Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Soylemez hat girtin
Hevserokên HDP'ê yên Mêrsînê Mehmet Mirza Soylemez û Hatîce Şahîn di nav de 23 kes di 12'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin. Söylemez jî di nav de 3 kes hatin girtin.
Hevserokên HDP'ê yên Mêrsînê Mehmet Mirza Soylemez û Hatîce Şahîn di nav de 23 kes di 12'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin. Söylemez jî di nav de 3 kes hatin girtin.
Polîsan di 12'ê Tebaxê de Hevserokên HDP'ê yên Mêrsînê Mehmet Mîrza Soylemez, Hatice Şahîn û rêveberên HDP'ê jî di nav de 23 kes bin çav kiribûn. Piştî 12 rojan Mehmet Mîrza Soylemez û Hatice Şahîn jî di nav de 23 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî, ji 23 kesan 13 kes bi şertê kontrola edlî û 10 kes jî bi daxwaza girtînê sewqî dadger kirin.
Dadger jî piştî li îfadeya 23 kesan guhdar kir û şûnde, biryara berdana 20 kesan da û Hevserokên HDP'ê Mehmet Mirza Soylemez û rêveberên HDP'ê Ozgul Çamli û Seyran Ûlûman girtin û şandin girtîgehê.