Hevkarê hikûmeta Elman: Divê ji bo PKK’ê piştgirî bê dayîn

Hevkarê hikûmeta Elman: Divê ji bo PKK’ê piştgirî bê dayîn

Li Elmanyayê şirikê koalîsyona hikûmeta Serokwezîra Elman Angela Merkel, Valker Kauder, diyar kir ku divê Elmanya piştgiriya çekan bide PKK’ê.

Li Parlamentoya Elmayayê, Serokê  Koma Xiristiyanên Demokrat CDU Volker Kaduder, ji kovara Der Spîegel re axivî û got: “Ez pisgirêkên Tirkiyeyê yên bi PKK’ê re dizanim, lê dema Dewleta Îslamî bajarên girîng ên sînor digire û li ser ewlehiya navneteweyî tehdîdeke mezin çêdike, em nikarin dest û lingên me girêdayê bisekinin.

Kauder got: “Ez dibêjim ku divê rêbaza piştgirîdayîna rêxistinên din bên kirin. Lê ev ne li dijî Tirkiyeyê ye, divê bi Tirkiyeyê re bêkirin. Divê ev wek piştgiriyeke ji bo PKK’ê bê pêkanîn.”