Hevdîtinên PDK û YNK’ê ji bo avakirina hikûmetê didomin

Hevdîtinên PDK û YNK’ê ji bo avakirina hikûmetê didomin

Li rexmê ku, sê meh li ser hilbijartinên Hêram Başûrê Kurdistanê yên parlemenê re derbas bûn jî, hê ji hikûmet ne hatiye avakirin. PDK’ê şertekiyê YNK’ê anî red kir.

Piştî hilbijartinên 21’ê Îlonê yên ji bo parlemenê nirxandinên ji bo avakirina hikûmetê didomin. PDK dixwaze pergala maliyê bixwe yek.

Li gorî Rudawê Wezîrê Maliyê yê niha di destê YNK’ê wê di hikûmeta nû de bigehe PDK’ê. Li milê din Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, Wazîrêm Çamdî, Perwerde û Olî jî wê di destê PDK’ê de bimîne.

Di hevdîtinên avakirina hikûmetê de, ji şandeya PDK’ê Dilşad Şehab got ku li ser hemû wezaretan  nîqaş tên meşandin. Şehab destnîşan kir ku, ji derveyî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dibi ku wezîrên din bên guhertin.

Pêşniya YNK’ê  ya ji bo cigirê serokwezîr a du kes yek ji YNK’ê yek jî Tevgera Goran ji aliyê PDK’ê ve hat red kirin. PDK dixwaze yek cigir hebe.

Tê îdakirin ku dinava hikûmetê de dê YNK bibe xwedî 4 wezîran. Hat ragihandin yek ji van wezîrê Pêşmergeyane.