Hevdîtina krîtîk ya bi Ocalan re
Hevdîtina krîtîk ya bi Ocalan re
Hevdîtina krîtîk ya bi Ocalan re
Heyeta HDP’ê daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ragihand.
Heyeta ku ji Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê di dawiya hefteyê de ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serlêdana fermî kir. Hê ji bo serlêdanê ku tu bersiv nehatiye dayîn tê gotin ku hevdîtin tê fikirîn.
Hevdîtina bi Ocalan re bêkirin ji bo berdewama pêvajoya çareseriyê tê kirin. Tê meraqkirin ku wê Ocalan der barê aqûbeta pêvajoyê de çi nirxandinan bike.
Konseya Desteya Rêveber a KCK’ê duh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk ji bo ku pêvajoya vala derxe her tiştî dike û got: “Bi êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê re rewşa bêpevçûnê nemaye. Li Bakur bêpevçûn û li Rojava û Başûr jî polîtîkaya şer nayê qebûlkirin."
KCK’ê bertekên tund nîşanî ferzkirina vekişîna gerîlayan da û got: “Di rojeva tevgera azadiya Kurd de rewşeke vekişîna gerîlayan ne mijara gotinê ye. Heta ku derbasî muzakereyan nebin û pêngavên pratîk navêjin tiştekî wisa ne mijara gotinê ye.”