Hevdîtina KNK’ê bi siyasetmedarên Rûsyayê re didome

Hevdîtina KNK’ê bi siyasetmedarên Rûsyayê re didome

Li Moskowê li avahiya Palamentoya Rûsyayê şandeya Kurd a bi beşdariya endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Selahettîn Soro, Serokê Otonomiya federal a neteweyî û çandî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiyev û nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat ê li Federasyona Rûsyayê Abdselam Elî hevdîtinek bi cîgirê yekemîn ê Parlamentoya Rûsyayê û cîgirê yekem ê Partiya komunîst a Rûsyayê Îvan Melnîkov re pêk anî.

Di hevdîtinê de şande rewşa dawî ya li Kobanî parve kir û hin pêşniyarên xwe pêşkeşî cîgirê yekemîn ê Parlamentoya Rûsyayê kir.

Di axaftina xwe de Î. Melnîkov bal kişand ku Partiya komunîst a Rûsyayê bûyerên li Kobanî û berxwedana gelê Kurd li her çar aliyên cîhanê dişopîne. Î.Melnîkov destnîşan kir ku Partiya komunîst a Rûsyayê PKK wek hêzeke girîng ê Rojhilata Navîn dibîne û piştgiriya xwe ji tevgera gelê Kurd a azadîxwaz re diyar dike. Cîgirê yekemîn ê Parlamentoya Rûsyayê her wiha anî ziman ku partiya wan amade ye têkiliyên xwe bi tevgera azadîxwaz re çalak bike û piştgiriyên pêwîst bide gelê Kurd.

Şandeyê pêşniyarên xwe derbarê naskirina kantonên Efrîn, Kobanî û Cizîre yên Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî cîgirê yekemîn ê Parlamentoya Rûsyayê kir û girîngiya naskirina fermî ya kantonan ji bo gelên Kurdistanê, Sûriye, Rojhilata Navîn û Rûsayayê vegot.

Î.Melnîkov da zanîn ku ew ê pêşniyarên şandeyê bikin rojeva partiya xwe û li ser formûla naskirina kantonên Rojavayê Kurdistanê xebatê bidin destpêkirin.