Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina heftane bi hinceta ku "keştî xirabe ye" hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo sibê bikarin biçin Îmraliyê û bi muwekîlên xwe hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê Rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê bi hinceta ku kêştiha Tuzla "xirabe ye" daxwaza parêzeran red kir û hevdîtin asteng kir.

Hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran ji roja 27'ê Tîrmeha sala 2011 (505 roj) û heta niha bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê ne baş e", "Keştî di tamîrê de ye", "Keştî ji tamîrê hat, lê ewraqên ku ji bo keştî ji Rêvebiriya Beravê were girtin, kêm in" û "Roja betlanê ye" tê astengkirin.