Her ku diçe nerazîbûnên li ser Efrînê zêde dibin

Li paytexta Sirbîstan Belgrad, paytext Kopenhag ê Danîmarkayê û bajarên Kassel û Bremen ên Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn û Bakurê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrîn û Bakurê Sûriyeyê li Ewropa bi girseyî tê protestokirin.

BELGRAD

Li paytexta Sirbîsta a Belgrad êrîşên artêşa Tirk a mêtînger a liser Efrîn û Bakurê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Belgradê di çalakiya hate kirin de qetlîam û êrîş hatin protestokirin.

Çalakiya 2 jinên Sirbî jî piştgirî kir, du saetan dom kir.

KOPENGHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan bûn. Meclîsa Jinan a Sêvê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka li pêşiya Rêxistina Efûya Navnetweyî çalakiyek lidar xist û heta nûnertiya Kopenhagê meşiyan.

Di çalakiyê de dosyaya têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li Efrînê pêşkêşî Nûnertiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir.

Sibe çalakî saet 13:00’an ji Vesterbros Torv destpê kir û wê li pêşiya şaredariyê meş û mîtîng bê lidarxistin. Her wiha ji bo tevlîbûnê jî bang hate kirin.

KASSEL

Kurdistaniyên li bajarê Kassel a Elmanya û derdorî wê dijîn îro jî di çalakiyan de bûn. Bi tevlîbûna sedan kesî ve saet 15:00 ji navenda postaneyê destpê kir.

Di çalakiyê de dovîz û pankatên êrîşên li ser Efrînê tê protestokirin, hatin bilindkirin û dirûşim hatin qîrikirin.

Di mîtînga li pêşiya şeredariyê hate lidarxistin de jî berxwedana Efrînê hate silavkirin.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî Kurdistanî çalakiya kon a agahdarkirinê bi mîtîngekê bi dawî kir.

Di mîtînga têde dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin de, Parlemetera Partiya Çep a Meclîsa Federal Dorîs Achlwîlm, Nûnerê NAV-DEM a eyaletê Saît Bîlgen, li ser navê PYD’ê jî Dayika Selîm û li ser navê Ciwanên PYD’ê jî Îbrahîm Kobanê axivîn.

Di axaftina de êrîşa li ser Efîrînê hate şermezarkirin û bal hate kişandin ku bi çekên NATO û Elman êrîşî Efrînê tê kirin û hate gotin ku NATO û Elmanya bi vê yekê dibin hevkarên sûc.

Di çalakiyê de ji bo çalakiya Kolnê banga tevlîbûnê hate kirin.