Her cînayet Ugur ê JÎTEM’ê nîşan dide

Her cînayet Ugur ê JÎTEM’ê nîşan dide

Li gorî îdîanameya der barê Tîma Xençerê ya JÎTEM’ê,  Fermandarê JÎTEM’ê Albaya Atîlla Ugur ku ji kuştina 22 gundiyên li Qoserê berpirs dihat dîtin bi hinceta ‘pirsgirêkên tenduristiyê’ îfade neda. Di îdîanameyê de sûcên şerê qirêj ên di navbera 1992-1996’an de li Qoserê hatine kirin derdixe pêş çavan.

Îdîanameya der barê Tîma Xençerê ya ku ji leşker, cerdevan û îtîrafkaran pêk dihat, sûcên şerê qirêj ên salên 90’î radixe ber çavan. Di 22 cînayetên pêk hatine de, navê fermandarê JÎTEM’ê Albay Hasan Atîla Ugur derbas dibe.

Di îdîanameya doza ku wê di 28’ê Mijdarê de li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê destpêkirin de gumanbarê sereke Hasan Atîla Ugur e. Tê gotin ku Ugur berpirsê JÎTEM’ê yê Qoserê ye û bi xwe cînayet organîze kiriye. 

Ligel Ugur, Fermandarê Cendermeyan ê Amedê Eşref Hatîpoglu û Ahmet Boncuk jî nûnerên rêxistinê yê Qoser û Amedê bû û ew jî tên sûcdarkirin.

Gumanbarên din jî leşker Unal Alkan, cerdevan Mehmet Salîh Kiliçaslan û Abdurahman Kurga, Mehmet Emîn Kurga, Ramazan Çetîn û Îsmet Kandemîr ji sûcên wekê ‘endamê rêxistina çekdar in û kes kuştine’ wê bê darizandin.

Her hevoka îdiînameyê sûce şerê qirêj radixe ber çavan.

EZ DANÎM Û BIRAYÊ MIN BIRIN

Li gorî îdîanameyê Abdulvahap Ateş di 14’ê Hezîrana 1994’an de li  gundê Kirkkuyu ya navçeya Qoserê ji mala wî hat girtin û hate kuştin.

Birayê wî Abdurrahîm Ateş ku şahidiya bûyerê kir di îdîanameyê de diyar kir ku wê rojê gelek wesayîtên leşkerî hatin ber deriyê wan û birayê wî pirsîn û ev xsûs diyar kiriye: “Gotin, 'Li van deran ji bo PKK’ê stargeh tê çêkirin, agahiya we heye?' Me jî got em tiştekî nizanin. Li birayê min xistin, ew girtin û birin. Ji wê rojê û şûnde me agahî jê negirt.”

10 roj piştî vê bûyerê Atîlla ugur ku Fermandarê Cendermeyan a Navçeyê ye ji dozger re nivîseke ‘Heta îro bi zextê tu kes li fermandariyê nehatiye girtin’ hat şandin. Lê du rojên din şûnde di nivîsa ku hate şandin de gotin ku endamên rêxistinê di pevçûnê de mirine û yek ji van Abdulvahap Ateş bû.

Keyayê gund ê demî Mehmet Turan li ser talîmata leşkeran her cenazeyan digire. Yek dişibiya Ateş. Turan di îfadeya xwe de got ;kesên sivîl bûn. 

ATÎLA UGUR YEKÎNE TEHDÎD DIKIR

Sûcekî din ê ku navê Atîla Ugur têde derbas dibû jî bûyera kuştina 4 kesên li ber girtîgehê bû. Li Qoserê di 1995’an de di 28’ê Adarê de Zubeyîr Bîrlîk û Abdulbakî Bîrlîk çûbûn ber girtîgehê û Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik  ên tehliye dibûn digirt.

Kemal Bîrlîk di nameya ku beriya berdanê şandibû de gotibû ya bila kes neyên yan jî qerebalix bên. Ji wê rojê şûnde ji 4 kesî agahî nehat girtin.

Di îfadeyên ku hevalên wan ên koxuşê dan de hat gotin ku Atîla Ugur li girtîgehê Bîrlîk tehdîd kiriye û gotiye; li xwe miqatebe, tu bi çiyê xwe bawerî, ez derketina te dipêm.

MALA WÎ LÊGERÎN DIKIRIN

Hidir Ozturk di 29’ê Kanûna 1994’an de li mala xwe bi Bekîr Ozturk re hat girtin. Yên ew girtin leşker bûn. Bekîr piştî demekê hat malê. Hidir jî careke din agahî jê nehat girtin.

Bekîr Oztur di îfadeya xwe de diyar kir ku Atîlla Ugur dihat gund û her kes li cihekî berhev dikir û digot; Hûn hemû PKK’î, terorîst in. Hûn ê gund vala bikin.

Celal Ozturk jî got mala Hidir her tim ji aliyê cendermeyan ve dihat serde girtin.

LÎSTEYEK DERXIST DI RÊZA YEKEM DE EZ HEBÛM

Di 3’ê îlona 1994’an de cenazeyê kesekî anîn nexweşxaneyê. Hat gotin ku cenaze aîdî Suleyman Unal e.

Birayê wî Neçîr Çelîk diyar kir ku piştî Ugur dest bi peywirê kiriye sê caran ew biriye qereqolê û îşkence lê kiriye û got: “Hasan Atîlla Ugur ez rojekê birim paş kamyonê û lîsteyek ji berika xwe derxist. Di serê lîsteyê de ez hebûm. Ya duyemîn de jî birayê min hebû. Yên din jî nîşan neda. Ji min re got ez heta sibê destûrê didim te, tu nebî cerdevan tê bê kuştin.”