‘Hem pêngavek ji bo hilbijartînê hem jî zirxeke makeqanûnî ye’

Parêzer Îlke Işık diyar kir li gel ku tu pirsgirêka sergirtinê nîn e, ferzkirina guherîna makeqanûnê, hem pengavek e ji bo hilbijartinê hem jî ew e ku dîtina AKP’ê ya di der barê jinan de bibe qanûn.

Pêşniyaza guhertina Maqenanûnê ku îmzeya 336 parlamenterên AKP-MHP’yî li ser heye, li Komîsyona Makeqanûnê ya Meclîsê bi redkirina pêşnûmeya guhertinê ya parlamenterê muxalefetê, hat qebûlkirin. Bi guhertinên ku tên pêşniyazkirin ku di xalên 24 û 41’emîn de bên pêkanîn, vesazkirinên Makeqanûnê ku serbestiya ol û wijdan û wekheviya nava malbatê ji holê radikin, hene. Ji bo guhertina Makeqanûnê, ji bo ku ev pêşniyar li Meclîsê bê qebûlkirin pêdivî bi 400 û ji bo bişînin referandûmê jî pêwîstî bi erêkirina 360 parlamenteran heye. Rêxistinên jinan dibêjin ku divê ev guhertin bê redkirin, heta divê neyê nîqaşkirin jî. Lê niha wê bi tenê HDP nekeve nav komîsyonê. CHP û ÎYÎP jî ku tev li komîsyonê bûne, tenê ji bo xala 24’emîn pêşniyaz ji bo guhertinê kir, lê ew jî nehat qebûlkirin. Ji bo xala 41’emîn ku LGBT+Î pê ‘xurufî’ tên pênasekirin û ji bo çêkera malbatan jî gelek bi xeter e, nehat îtîrazkirin. Parlamenterê AKP’ê Yûsûf Beyazit û Ozlem Zengîn hefteya çûyî di komîsyonê de ji bo pêşniyaza ku destpêkê bê nîqaşkirin, semîner dan û anîn ziman ku ji laçika ji bo mirov serê xwe bigire, tu mexdûriyet nîn e. Me ji Parêzer Îlke Işik pirs kir ku di wê demê de çima ev guhertin nehatiye kirin, parêzer destnîşan kir ku ev pêngavek a hilbijartinê ye.

Prz. Işik Îlke wiha got: “AKP’ê bi salan 28’ê Sibatê weke tola xwe bi kar anî. Jinên bi laçika ku xwe pê dipêçin jî di nav de. Ozlem Zengîn di komîsyonê de wiha axivî; ‘Me li ser laçika pê xwe pêçanê û li ser vê pirsgirêkê, xwe ava kiriye. Di damezrandina AKP’ê û dewama wê de pirsgirêka laçika xwe pêçanê û têkoşîna me li hember wê daye, gelek bi bandor bû’. Niha cardin mîna ku rojên 28’ê Sibatê werin, hewl didin ku tiştekê qet nîn e, ava bikin. Hewl didin tolê hilînin. Li ber çavan e ku ev pêngavek e ji bo hilbijartinê. Desthilatdariyeke lewaz e ku ji bo hilbijartinekê bi cil û bergên jinan ve xerîk dibin û hewl didin jinên bi laçik û bê laçik ji hev cuda bikin û bi vî awayî ji xwe re hêzê berhev bikin. Plan dike ku partiyên din ên muxelefetê tengav bike.”

Parêzer Îlke Işik diyar kir ku ev 20 sal in AKP ji bo jinan dibêje ku ew bi serê xwe ne tu endam in, ne wekhev in, ne xwedî mafên wekhev in û wiha pê de çû: “Deshilatdariyek li hemberî me heye ku Peymana Stenbolê ji holê rakiriye û tim wekheviyê li dijî jinan pênase dike û em di pêvajoyeke wisan de ne ku şideta çavkaniya xwe ji vir digire, bi awayekê bê hempa zêde bûye. Desthilatdarî ji ber zêdebûna vê şidetê, bi polîtîkayên xwe berpirsyar e û niha jî ji bo van fikirên xwe veguhezîne Makeqanûnê, şert û mercekê pir guncav bi dest xistiye.

Têkildarî cil û bergên jinan pênaseyan dike û hewl dide ku jiyana mihafizekar a ku dixwaze ava bike, li Makeqanûnê jî binivîse. Di pêşniyazê de qala laçika xwe pêçanê, cil û bergê olî dike û dibêje ku ez ê vê biparêzim. Ez ê mafê jinan ê cil û berg, di nav Makeqanûnê de bi taybetî cuda bikim. Jinên ku xwedî fikir, bawerî û awayekê cuda yê jiyanê jî, wê ji derveyê parastinê bihêlim. Yanî AKP hewl dide ku tiştekî ne li gorî hêmanên wekheviyê, tiştekê bi zayendperestî û xeteriyên gelek cidî pêk bîne.”

‘HÛN NIKARIN TÊKILDARÎ CIL Û BERGÊN JINAN, NÎQAŞ BIKIN’

CHP û ÎYÎ Partiyê ji bo guhertinê tenê li ser madeya 24’emîn îtîraz kir. Parêzer Îlke Işik têkildarî vê yekê jî ev tişt gotin: “Jin û rêxistinên jinan têkildarî vê nîqaşê dibêjin ku pir bi xeter e û divê bi tu awayî têkildarî cil û berg û baweriya olî ya jinan, nekeve nav Makeqanûnê. Lewma daxuyanî dan û gotin ku qet nîqaş nekin, xwe tevlê nekin û red bikin. Naveroka CHP û ÎYÎP’ê jî jinan ber bi nîqaşê ve dibe. Dîsa têkildarî cil û bergên jinan, tiştekî dibêje. Tenê pêşniyazek e ku yên ji derveyê jinên bi laçikên xwe pêçandinê jî, hewl didin di ewlehiyê de bihêlin. Ji xwe têkildarî xala 41’emîn tiştek negotin. Jixwe îtîraza wan ji pêşniyaza kir ku kesên LGBT+’yî weke ‘xurufî’ pênase dike re, nîn e. Ev nayê qebûlkirin. Têkildarî xala 24’emîn jî nehatiye gotin, ‘Ne xwişk û birayê min em nîqaş nakin. Hûn nikarin têkildarî cil û bergên jinekê nîqaşê bikin, hûn nikarin jinan bi wî awayî cuda bikin. Ev ne li gorî hêmanên wekheviyê ye, hûn sûcê nefretê ava dikin’. Ji destpêka vê nîqaşê û vir ve dema qala jinên bi laçika xwe pêçandinê û yên bê laçik tê kirin, mînakên li Îranê tên hişê mirov. Dewleta pênaseya awayekî cil û bergan dike. Ji bo jinên ku ji derveyê vê dimînin, bi rastî jî pirgirêkên pir cidî hene. Qet nîqaşeke bi vî awayî nîn e. Tu tişt têkildarî axaftinên rêxistinên jinan, nehatiye gotin.“

‘ÇI ELEQEYA XALA 41’EMÎN PÊ RE HEYE?’

Parêzer Îlke Işik qala madeya 41’emîn kir û bal kişand ku ev made jinan bi zewacê têxe rewşek a li bi dilê AKP’ê. Işik axaftina xwe wiha domand: “Ev gotina parlamenterên CHP û ÎYÎ Partiyê bi maf e; hemin ku têkildarî laçika xwe pêçanê hesasiyeteke we heye û hûn dixwazin vê çareser bikin. Ji rojeva welêt derbikeve, pirsgirêk cardin neqewime. Çi eleqeya madeya 41’emîn? Bi rastî jî du xalên cuda, her du jî mijarên ku eleqeya wan bi hev û din re nîn e. Wezîrê Malbatê jî wiha gotibû; ‘Ev polîtîkaya me ye, hesasiyetên me ne û em qanûnan wiha pêk tînin. Em ê hesasiyet û fikrên xwe jî, bikin bingeha welêt’. Pênaseyek wan a ‘malbat ji bo me pîroz e’ heye. AKP ev 20 sal in hewl dide ku hemû civakê li gorî vê biguherîne. Li gorî wan malbat ji jin û mêran pêk tê: Mêr bixebite, jin bixebite jî wê pir kêm bixebite ji ber ku li malê erkên wê yên gelek pîroz hene û weke destpêk jî dayik in. Eger bixetibe jî, divê hem bigihije kar û hem jî zarok.

Di encamê de jî komîsyona hevberdanê ava kirin. Çima hewl didin ku têkildarî normekê malbatî, bînin asta Makeqanûnê. Ji xwe me mijara LGBTÎ+ pir nîqaş kir. Rêxisinên jinan têkildarî xala 41’emîn gelek tişt bi berfirehî gotin. Mînak; nabêje malbat ji jin û mêran pêk tê. Pênaseya malbata ku ji Qanûna Medenî me bi salan têkoşiya û derxist, dike. Qasî ku wekheviyê li dijî jinan pêk tînin, hemû xeterî cardin derdikevin pêşberî me. Her wiha zewicandina zarokan jî, her weke ku qet derd nîn e di komîsyonê re derbas dibe.”

XALÊN NE LI GORÎ HÊMANÊN CÎHANÎ

Parêzer Işik îşaret bi xaleke din jî kir ku ne li gorî hêmanên gerdûnî ye û wiha got: “Xalên ne li gorî hêmanên gerdûnî, dikevin nav Makeqanûna welatekî. Di Makeqanûna tu welatekî de, sûcê nefretê bi eşkere nayê kirin, wekhevî yek ji hêmanên herî esas e. Mirov li gorî ku çawa dijîn, çawa difikirin, çawa li xwe dikin nayên cudakirin. Zayendperestî sûc e û divê neyê kirin. Mînak; AKP bersiva van pirsan nade, ‘Çima divê di hêmana Makeqanûnê de, guhertin bê kirin? Birêvebirina qanûnê jixwe ev rewş hat çareserkirin. Hîna vekirî be tiştekê din ê cuda dikare bê kirin, dikare çareser bibe. Li hemberî vê yekê hêmanek taybet a têkildarî jinên ku li gorî baweriya xwe li xwe dikine, ava kirine?’ Tişta ku jinan ji newekheviyê dûr bixe, ne ev e. Eger hûn xalan li gorî ol û baweriyekê ava bikin, ev azadiya we mîsoger nake. Yekane mîsogeriya vê yekê, laîkî ye. Li welatekê laîk, kî çi bixwaze dikare li xwe bike, bixwaze ji çi bawer bike wê bike.“