Hem Erdogan rexne dike, hem jî li gorî daxwaza Erdogan tevdigere!

Kurdekî li Erzîromê di mîtînga HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê de axivî, ji aliyê dadgeha Elman ve îfadeya wî hate girtin. Hat ragihandin, îfade li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye girtin.

Koçberê Kurdistanî yê li Elmanyayê dijî Cemîl Gultekîn, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, çû warê xwe Erzîromê û ji bo serketina HDP'ê xebitî. Bi hinceta ku li mîtîngên HDP'ê axiviye, dadgeha Tirk doz li Gultekîn vekir. Piştre jî dadgeha Elman li şûna Tirkiyeyê îfadeya Gultekîn girt.

Bûyereke mîna ya nivîskar Dogan Akhanli, ku li Kolnê dijî û li Spanyayê li ser daxwaza rejîma Erdogan di dema betlaneyê de hate binçavkirin, li bajarê Essen ê Elmanyayê qewimî û bi serê koçberê Kurdistanî Cemîl Gultekîn ve hate.

Gultekîn, ku ji sala 1994'an û vir ve li bajarê Essen ê Elmanyayê weke penaberê siyasî dijî, piştî salên dûr û dirêj, sala 2015'an çû warê xwe Erzîromê. Ji ber ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê çû, Gultekîn ê 68 salî bi rengekî aktîf tevlî karê hilbijartinê yê HDP'ê bû û li mîtîngan axivî.

DADGEHA ELMAN JI BO DOZA LI TIRKIYEYÊ ÎFADE GIRT

Ji ber ku Gultekîn di mîtîngên HDP'ê de axivî, li Tirkiyeyê bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê" doz lê hate vekirin. Meqamên Tirk ku tespît kirin Gultekîn welatiyê Elman e, vê carê doz gihand Elmanyayê.

Cemîl Gultekîn di heman demê de endamê Desteya Rêveber a Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) e. Dadgeha îdareyê ya li Essenê, ji bo doza li Tirkiyeyê der heqê wî de hatiye vekirin, çend roj berê bang li Gultekîn kir ku îfadeyê bide. Gultekîn der barê doza li Tirkiyeyê lê hatiye vekirin û dadgeha Elman a ku ji bo îfadeyê bang li wî kiriye, ji ANF'ê re axivî û ev agahî da:

"Min ji endamên Elman ên dadgehê re got, 'Ez pê diêşim ku hûn min li ser kursiya bersûc didin rûniştandin. Min ti sûc nekiriye. Min propaganda partiyeke legal kir. Gelo tiştên ku dewleta Tirk weke sûc dibîne, hûn jî weke sûc dibînin?' Li ser vê yekê, endamên heyetê ji min re gotin, ku ez ne li ser kursiya bersûc im, tenê îfadeya min digirin."

DADGEH: DOSYA HAT, EM NEÇAR BÛN ÎFADEYÊ BIGIRIN

Gultekîn anî ziman, ku endamên dadgehê jê re gotine ku ne mecbûr e îfadeyê bide û got, "Em bang li min kirin ku tevlî rûniştina dadgehê bibim, hem jî ji min re gotin ku ne mecbûr im îfadeyê bidim. Endamên dadgehê ku xuya bû li pêşberî rewşê tengav bûne, di dawiya dawî de gotin, 'dosya gihîşt ber destê me, em jî neçar man ji bo îfadeyê bang li we bikin'."

Gultekîn diyar kir, ku wî li dadgehê hevkariya Elmanya û rejîma Erdogan şermezar kiriye û got, "Min ji dadger û endamên dadgehê re got, 'Ez dixwazim ji we re qala wateya faşîzmê bikim. Ji her kesî bêhtir hûn zanin bê faşîzm tê çi wateyê'. Piştî ku îfadeya min girtin, gotin ku dosya hatiye girtin."