Heke qatilek nerazîbûnê nîşanî komkujiya Xezzayê bide…

Li dijî komkujiya li Xezzayê ya ku dewleta Îsraîlê kiriye ji gelek welatan dengê nerazîbûn û şermezarkirinê hatibe jî, ji bo sekinandina qetlîamê tu gav nehatin avêtin. Tirkiyeyê nerazîbûneke tund nîşan da lê tê zanîn Tirkiyeyê jî gelek komkujî kiriye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ligel ku nerazîbûneke tund nîşanî Îsraîlê bide jî, kes jê bawer nake. Erdogan dema ku nerazîbûn nîşanî Fransayê da jî, xwe li pişt komkujiyên Cezayîrê vedişêre. Ev tê wateya ku maneyê bide komkujiyên xwe.

Piştî ku Îsraîlê roja Duşemê ji 50’î zêdetir sivîl qetil kir, Erdogan ji Îsraîlê re got ku ‘hûn komkujiyê dikin.’ Berê jî nerazîbûnên wî yên wisa çêbûbûn lê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re domandibû.

Îsraîlê ji dawiya meha Adarê heta niha nêzî 106 Filîstînî qetil kiriye.

Qirkerên ku qaşo xwedî li gelên mazlûm derdikevin jî, ji xeynî malzemebûna siyasî tu wateya wê ya mirovî û exlaqî tune. Dewleta Tirk ji 20’ê Çileyê heta niha li Efrînê ji 300’î zêdetir kes qetil kir. Di nav van kesan de zarok û pitik jî hebûn.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava ne nû ye. Beriya dagirkeriyê jî êrîşên sîstematîk hebû û bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Dema ku mirov sivîlên hatine qetilkirin ên li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî têxe nav vê hejmarê bîlanço zêdetir dibe. Di salên 2015-2016’an de li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Li Cizîrê mirov di bodrûman de hatin şewitandin. Hin cenaze bi rojan li erdê man, hin cenaze hatin parçekirin. Dema ku mirov qetlîamên dewleta Tirk tîne bîra xwe, dibîne ku tiştên rêveberên Tirk ji bo Xezzayê dibêjin, tu wateya xwe ya mirovî tune.