HDP, roja duşemê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere dike

Tê payîn ku HDP di danezanê de rista xwe ya derketina ji vê "heyama tarî" destnîşan bike.

Xebatên ji bo hilbijartinên ku wê di 24’ê Hezîranê de pêk bên didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê roja Duşemê li Enqereyê bi danezanekê bernameya xwe ya hilbijartinê ragihîne. HDP xwe amade dike ku hem ji bo serokkomariyê, hem jî ji bo parlementeriyê du danezanan eşkere bike. Tê payîn ku di her du danezanan de jî balê bikişîne li ser "Heyama heyî" û "Demokratîkbûnê".

Piştî danasîna kampanyaya hilbijartinê ya serokkomarî û parlamenteriyê, wê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere bike.

Di danezanê de wê rista HDP ya derketina ji vê "heyama tarî" bê destnîşankirin. Ji bo danezana serokkomariyê jî wê derbirîna "Heyama derbasbûnê" û "Demokratîkbûnê" derkevin pêş.