HDP li Wanê bi rûhê seferberiyê kar dike

Rêxistina HDP’ê ya Wanê li navçeyên Şax û Serayê buroyên hilbijartinê bi merasîmeke girseyî vekirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê xebatên hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Şax û Serayê buroyên hilbijartinê hatin vekirin û li gundên navçeya Tûşba û Îpekyolûyê serdana gel hate kirin.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, namzetên parlameteriyê Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç û Mûkaddes Karakoç beşdarî vekirina buroyên hilbijartinê yên li Şax û Serayê bûn. Gel li eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da û li navçeya Şax û Serayê namzet hatin nasandin.

Piştî nasandina namzetan namzetê rêza 5’an yê Wanê Tayîp Temel axivî û wiha got; “Ev kelecan û coşa we em kêfxweş kir. Gelek caran komkujî kirin, kuştin, êşkence kirin lê hûn li dijî vê mezin bûn û we têkoşîn geştir kir. Îro demê pêngaveke din e. Dengê xwe bilind bikin û îtiraz bikin. Roj roja xwedîderketina li azadî û demokrasiyê ye. Li dijî politîkayên tecrîd û girtinê em xwedî li sindoqan derkevin. Em di 24’ê Hezîranê de hesabên qirêj carek din têk bibin. Em bi hev re bi hêzin û em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Piştî axaftinê HDP’yiyan bi gel re govend gerand û bi dirûşmeyan vekirina buroyan bi dawî bû.

TÛŞBA

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe li gundên navçeya Tûşbayê serdana gel kir. Ozgokçe beşdarî civînên bi gel re bû û qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kir. Ozgokçe banga xwedîderketina li sindogan kir.

ELBAK

Rêveberên HDP’ê yên Wanê li gundên Merkave, Hereke û Hespistan yên navçeya Elbakê bi gel re civiyan. Rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan têkildarî hilbijartinê gel agahdar kirin.

ÎPEKYOLÛ

Li navçeya Îpekyolûyê jî li Kevenliyê buroya hilbijartinê hate vekirin. Girseya gel li pêşiya avahiya buroyê li hev civiyan govend gerandin û dirûşmeyên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ berz kirin.