HDP li Tekîrdagê bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin

Di çarçoveya karê hilbijartinê de li Tekîrdag û Çorlûyê civînên gel hatin kirin û beşdaran gotin, HDP partiyeke Tirkiyeyê, lewma ew ê pirsgirêka bendê û kiryarên antî demokratîk ji holê rakin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ku roja Înê li Edîrneyê dest bi karê xwe yê hiblijartinê kirin, weke rawestgeha duyemîn berê xwe dan Stenbolê. Hevserokên HDP'ê piştî ku li navçeyên Stenbolê serdana gelek cihan kirin, her yekî ji wan berê xwe dan cihekî din.

Sezaî Temellî li Marmaraereglî ya Tekîrdagê buroya hilbijartinê vekir. Temellî ku tevî namzetên HDP'ê yên Tekîrdagê digere, ji aliyê gel ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.

Di dema vekirina buroya hilblijartinê de, şêniyên Tekîrdagê yên li merasîmê, li ser atmosfera hilbijartinê ya li Tekîrdagê ji me re diaxivin. Her kes bi bîr dixîne ku hilbijartin di nava şert û mercên antî demokratîk de tê kirin û balê dikişînin ser pirsgirêkên ji ber vê yekê derdikevin.

BANDORA KRÎZÊ ÊDÎ TÊ DÎTIN

Yek ji welatiyan dibêje, bêyî qeydkirina deng û dîmen dikare hê bi hêsanî biaxive û dibêje, Ew Kurd e û 30 sal berê bar kiriye Marmaraeregiyê. Destnîşan dike ku nêzîkatiya 'Em partiya Tirkiyeyê ye' ya HDP'ê li Tekîrdagê gelekî hêja tê dîtin. Heman esnaf diyar dike ku bûyîna partiya Tirkiyeyê tê wê wateyê ku ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan, hembêza xwe vedike.

Di nava kesên hatine buroyê vekin de gelek karkerên înşaetê jî hene. Em rewşa aboriyê weke pirsa destpêkê ji wan dipirsin. Diyar dikin ku zêdebûna faîzê bêqîmetbûna pereyê Tirk herî zêde bandorê li sektora înşaetê dike û dibêjin, "ji ber krîzê kar kêm bûye."

'WÊ TÊK BIÇIN'

Karkerekî boyaxê jî balê dikişîne ser aliyekî cuda yê zexta siyasî û krîza aboriyê. Karkerên ku hostayê boyaxê ye, tîne ziman ku wî li BOTAŞ'ê dest bi kar kir, lê belê bi hinceta ku '2008'an hate destgîrkirin' ji kar hatiye dexistin. Bi dewamî dibêje, "Ne tenê ji ber krîza aboriyê, ji ber vê zext û zordariyê wê 24'ê Hezîranê têk biçin."

Gelek kesên ku li vê derê pê re axivîm, pê bawerin ku HDP wê ji bendê derbas bibe.

SILAVA DEMÎRTAŞ

Rawestgeha me ya din jî Ergene ya Çorlûyê ye. Tevî Sezaî Temellî em tevlî xwarina fitarê ya li Ergeneyê dibin. Temellî di destpêka axaftina xwe de balê dikişîne ser talankirina Ergeneyê. Li vê derê jî kesên ku me re axivîn bi taybetî bal kişandin ser kiryarên antî demokratîk. Dîlgirtina Selahattîn Demîrtaş bi bîr xistin. Wekî din, di dema fitarê de Sezaî Temellî silavên Demîrtaş radigihîne û ev yek rê li ber kêf û xweşiyê vedike.