HDP li Parîsê çû serdana esnafan

 Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye di çarçoveya hilbijartinên 24’ê Hezîranê de serdana esnafan hate kirin.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye li semta Strasboûrg Saînt-Denîsê ya ku esnafên Kurd û Tirk lê hene, endamên Lijneya Rêveber a Navendî Besîme Konca û Çîlem Kuçukkeleş û endamê koordînasyona hilbijartinê ya HDP’ê Veysel Keser çûn serdana esnafan.

Di serdanan de peyama ‘Em ê bi hev re bi ser bikevin’hate dayîn. Endama Lijneya Rêveber a Navendî Besîme Konca got ku, “Divê Kurd, Tirk, çepgir û demokratên li Fransayê dijîn, şev û roj bixebitin û hemû kesan bibin ser sindoqan.”

Di serdanên esnafan de ji bo mîtînga di 2’ê Hezîranê de ya ku ew ê li Qada Bastîlleyê were kirin, banga tevlêbûnê hate kirin.