HDP li her navçeyê du parêzeran wezîfedar dike
Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê Parêzer Înan Poyraz got, li her navçeyê wê du parêzer bên wezîfedarkirin û bang li parêzeran kir.
Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê Parêzer Înan Poyraz got, li her navçeyê wê du parêzer bên wezîfedarkirin û bang li parêzeran kir.
Li Stenbolê Yekşemê ji nû ve hilbijartinên xwecihî tên kirin. Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê Parêzer Înan Poyraz got, li her navçeyê wê du parêzer bên wezîfedarkirin. Poyraz li ser mijarê agahî da.
Poyraz anî ziman, ji bo li her navçeyê herî kêm du parêzer bên wezîfedarkirin ew bi hesas dixebitin û got, armanca vî karî ew e ku dengên li Stenbolê winda nebin. Poyraz got, "Desthilatdariyê bi zext û zordariyê îradeya mirovan asteng kir" û ragihand, "Ji bo îradeya mirovan bi rengekî demokratîk bê nîşandan, me plansaziyek kir ku li gorî vê yekê du hevalên me yên parêzer li her navçeyekê hatine wezîfedarkirin."
Der barê ewlekariya sindoqê de Poyraz got, "Bi dîtina me parastin û lêgerîna li mafê mirovan tenê li salonên dadgehannabe. Parêzerî, hiqûqnasî ne ew yek e ku tenê mafê mirovên wekîlê xwe biparêzin. Rabûna li ber dijberiya li hiqûqê, alîkariya ji bo bikaranîna mafê xwe jî parêzerî ye. Ji ber vê yekê ji bo parastina îradeyê gelekî girîng e ku parêzer li ber sindoqên dengdanê bin."
Poyraz got, "Parêzerên dixwazin roja hilbijartinê wezîfeyê pêk bînin dikarin serî li navçeyeke HDP'ê bidin ya jî agahiyên pêwîst ji saziyeke me werbigirin. Ji wê derê dikarin xwe bigihînin me" û bang kir: "Bang li hevalên me hemûyan dikim ku wezîfeyê pêk bînin."