HDP: Li dijî polîtîkaya koçberkirinê ya li Sûrê dengê xwe bilind
HDP’ê ev bang kir: “Li dijî vê polîtîkaya koçberkirinê ya li ser gelê Sûrê dide ferzkirin em dengê xwe bilind bikin; xwedî li Sûr û gelê Sûrê derkevin.”
HDP’ê ev bang kir: “Li dijî vê polîtîkaya koçberkirinê ya li ser gelê Sûrê dide ferzkirin em dengê xwe bilind bikin; xwedî li Sûr û gelê Sûrê derkevin.”
Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, têkildarî polîtîkayên koçberkirinê yên li Sûrê îro daxuyaniyek da.
Orûç di destpêka daxuyaniya xwe de wiha got: “Hilweşîna ji roja 25’ê Adara sala 2016’an a li ser biryara Desteya Wezîran a ‘bi lezîn îstimlaqkirina Sûrê’ heta îro dom dike, îro jî bi polîtîkayên koçberkirinê ve dewam dike.” Olûç wiha pêde çû:
‘ROJEYA DEST DANÎNA SER E’
“Taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûrê ya Amedê ji saetên sibehê ve bi bendan hatine pêşan. Malên ku biryara hilweşandina wan hatine dayîn bi darê zorê tên valakirin.
Ji meha Tîrmeha 2015’an ve Herêma tampon a Baxçeyên Hevsel û Sûrên Amedê yê ku ketiye Lîsteya Mîrasê Çandê yê Cîhanê UNESKO yê, dîsa Herêma nav Sûrê û Qada Civakî ya Sîtê ku di nava rêveberiya mîrasê çandê de cih digre. Her wiha ji sedî 18’ê ku nakeve nava projeya hilweşandinê ya Sûrê ji aliyê TOK’yê ve hinek qadên civakî yên ku di nava vegerîna bajêr de cih digire. Ya tê kirin bi temamî dest danîna ser nava Sûrê ye.”
‘LI DIJÎ PEYMANÊN DESTÛRA BINGEHÎN Û NAVNETEWEYÎ YE’
Olûç bal kişand ser hilweşîna li Sûrê ya derveyî hiqûqê û wiha got:
Ev hilweşîna li Sûrê dom dike;
‘QIRKIRINEKE DÎROKÎ Û ÇANDIYE’
Olûç ê HDP’yî, di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
“Piranî welatiyên li Sûrê dijîn ji beriya niha ji ber zext û zilmên dewletê ji gundan koçî van navçeyan kirien. Gelê Kurd ê ji cih û warê xwe hatî derxistin, carekî din ji cihên wan tên koçkirin.
Li nava Sûrê ya ku gelek kêmenetew,nasname û baweriyên cihê di tevahiya dîrokê de li nav xwe hewandî, bûye erdnîgariyeke di her demê dîrokê de malovanî ji mirovahiyê re kiriye, ketine nava hewldanan ku vê yekbûya civakê, piştgirî û nasnameya dîrokî tine bikin.
Di pêvajoya şerê beriya niha de bi awayekî zelal hate dîtin ku cihên dîrokî û jîngehên welatiyan hatine hilweşandin û ziyan gihiştiyê.
Welatiyên me yên li Sûr, Hezex, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Silopiyayê hatin qetilkirin, bajarên me yên hatin şewitandin û hilweşandin, li ser çanda me ya ku dixwazin tine bikin rent bidest bixin, her wiha projeyên ji bo gelê me ji cih û warên wan bidin koçkirin pêşxitin bi awayekî vekirî qirkirinekî çandî û dîrokî ye.
BANG
Divê hemû raya giştî ya muxalîf êrîşên li ser gelê Kurd û çanda wê her wiha ya li ser Sûrê tê kirin, weke li ser wan bê kirin bibîne. Li dijî vê polîtîkaya koçberkirinê ya li ser Sûrê dengê xwe bilind bikin; xwedî li Sûr û gelê Sûrê derbikevin.”