HDP: Ji ber îhmalkariya AKP’ê 4 karker mirin
Berdevkê Koma Xebatên Maseya Kedê ya HDP’ê Huseyîn Taka diyar kir ku li Stenbolê 4 karker ji ber polîtîkayên AKP’ê mirine.
Berdevkê Koma Xebatên Maseya Kedê ya HDP’ê Huseyîn Taka diyar kir ku li Stenbolê 4 karker ji ber polîtîkayên AKP’ê mirine.
Berdevkê Koma Xebatên Maseya Kedê ya HDP’ê Huseyîn Taka ji ber cînayeta kar a ku 4 karker mirine, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin “Li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê agir bi fabrîkayeke tekstîl û plastîkê ketiye. Di vê şewatê de 4 karkerên biyan mirine, 2 karker birîndar bûne û 4 karkerên îtfaiyê dûyê şewatê bandor li wan kirine.
Divê were zanîn ku ji ber polîtîkayên AKP’ê yên ku xwe nêzî sermayayê dike, ev 4 karker mirine. Hikumeta AKP’ê mafên karkeran xesp dike û ji bo keda erzan, kesên biyan bi qaçaxî dide xebitandin. Divê were zanîn ku AKP krîterên gerdûnî yên kapîtalîzmê pêk tîne û berpirsê yekemîn ê cînayeta kar e.”