HDP: Hikûmet bi zanebûn êrîş dike
HDP: Hikûmet bi zanebûn êrîş dike
HDP: Hikûmet bi zanebûn êrîş dike
HDP'ê diyar kir ku mudaxaleyên li ser sînor pêk tên, bi armanca kuştinê pêk tên û berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. HDP'ê bang li her kesî kir û xwest beşdarî rûniştina doza Nezir Tekçî ku sibê pêk bê bibin.
Cîgira Hevserokê Giştî ya HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkildarî êrişa leşkeran a li ser sînor daxuyaniya nivîskî da û êrîşa li dijî endama MYK'ê ya HDP'ê Semra Demîr şermezar kir. Beştaş, di daxuyaniyê de diyar kir ku dewlet bi armanca kuştinê li ser sînor mudaxaleyî girseyê dike û berpirsiyarê vê yekê hikûmet e.
Beştaş, anî ziman ku duh li gundê Mehserê yê Pirsûsê leşkeran bi zanebûn mudaxale kiriye û endama MYK'ê ya HDP'ê Semra Demîr kirine hedefa xwe. Beştaş, da zanîn ku hikûmet hemû êrîş û mudaxaleyan bi zanebûn pêk tîne û rê li pêş êrîşên DAIŞ'ê vedike. Beştaş, destnîşan kir ku hikûmet dixwaze dîsa li salên 1990'an vegere û xwest hemû bûyerên tarî bên ronîkirin. Beştaş, ji bo doza Nezir Tekçî ku sibe li Eskişehirê pêk bê jî bang li her kesî kir û xwest ji bo ronîkirina heqîqetê her kes li dozê xwedî derkeve û tevlî dozê bibin.
Beştaş, anî ziman ku dê doza Agar jî sibê li Enqereyê bê dîtin û xwest her kes hestiyar nêzîk bibe.