HDP-HDK bi nûnerên saziyên Elewî re civiya

HDK –HDK a di civîna bi nûnerên saziyên Komîsyona Bawermend û Gelan re civiya de, bal kişand ser avakirina jiyana nû ya mil bi mil a li dijî hişmendiya yekparêzyê.

HDP û HDK têkildarî hilbijartina bi darê zorê bi Saziyên Komîsyona Bawermendan ya nûnerên saziyên Elewî re civiya. Di civîna bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevberdevkê HDK’ê Gulîstan Koçyîgît a li salona Civîna Taksîm Cezayîr de banga têkoşîna mil bi mil a li dijî hişmendiya yekparêz û nîjatperest kir.

Di civînê de destpêkê endama MYK’ê ya HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş kir. Kuçukkeleş diyar kir ku ji bo HDP’ê û Elewiyan ev hilbijartin nuqteya dawî ye û got: “Ne HDP’yiyek li ser navê Elewiyan baxive, ji bo avakirina qedeke ku bi hev re baxivin deynê me ye.”

Piştre jî Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît axivî û nûnerên saziyên Elewiyan silav kir.

Koçyîgît wiha got: “Em li gel wê yekên e ku her kes mafê wan ê xwe îfadekirinê heye. HDK ji bo wê ji bo gelan û baweriyan rola pirê dilîze. Li vî welatî bi milyonan Elewî hene. Tevî vê jî dengê Elewiyan li parlementoyê nîne. Li ser hişmendiya desthilatdariyê ya yekparêzî malên Elewiyan tên îşaretkirin. Zarokên wan bi perwerdehiyê tên helandin. Malên Cemê li gorî statuya wê nayên destgirtin. Ev tenê ne mijara hilbijartinê ye, êdî divê guh bê dayîna dengên me.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî axivî û diyar kir ku wan bi sirûda “Li dijî faşîzmê mil bi mil” ketine ser rê. Temellî ê bal kişand ser hilbijartina 24’ê Hezîranê ya bi sazîkirina faşîzmê û got: “Serokkomarê partiyê me dît kû welat ber bi kû ve bir. Ev bi salan e ku AKP cihêkariyê di nava Elewiyan de dide kirin. Her ku ber bi hilbijartinê ve diçe vê bi hêztir dike. Seneryoyên ku her diçe civaka Elewiyan cihê bike, dîsa ber bi tinekirinê ve diçe heye.”

Temellî bibîr xist ku ji bo derbaskirin vê got: “Êdî dem hatiye ku em li dijî vê têkoşînê bikin. Jiyana nû, Hişmendiya bi hev re jiyanê li dijî hişmendiya vê desthilatdarê manîfestoyeke. Ji bo vê jiyanê em hemû gelan vedixwînin. Werin em bi hev re bidin guhertin. Em ê vê bi hev re ser bixin. Em ê peymaneke jiyana civakî bafirînin.”