HDP: Guh nedin agahiyên bi armanca provokasyonê
HDP: Guh nedin agahiyên bi armanca provokasyonê
HDP: Guh nedin agahiyên bi armanca provokasyonê
HDP’ê diyar kir ku li hember çapemeniya civakî der barê Ocalan de bi armanca provokasyonê nûçe tên weşandin û wiha got: “Ev nûçe ne rast in. Divê kes guh nede wan.
Wekîlên Serokê Koma HDP’ê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku li ser çapemeniya civakî der barê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye de nûçe tên weşandin û wiha got: “Ev nûçe derveyî rastiyê ne, bi armanca provokasyonê tên kirin. Me wek heyetê bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir û me teyît kir ku ev bi armanca provokasyonê pêk hatiye. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk guh nedin van nûçeyên derveyî rastiyê.”