HDP: Em ji aliyê medyayê ve hedef tên nişandan

HDP: Em ji aliyê medyayê ve hedef tên nişandan

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Saruhan Oluç di daxuyaniya da de diyar kir ji aliyê medyayê ve partiya wan hedef tê nîşandan û wiha got: “Dê ev ber bi nuqteyeke xeter ve biçe. Gef li me tên xwarin. Berpirsê vê jî hikûmet e.”

Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç têkildarî weşanên der barê partiya wan ên nerast û hedefnîşakirina wan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Oluç diyar kir der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û HDP’yê de polîtîkayeke qirêj a pişt dide nûçe û şiroveyên ji rastiyê dûr û kampanyayeke şerê piskolojîk tê meşandin û got ku ev weşanên ku bi desteka hin endamên desthilatdariyê yan siyasetmedaran bi rê ve diçe ber bi nuqteyeke talûke ve  diçe. Oluç diyar kir weke encama van weşanên hedefnîşandanê tehdît û heqaretên li hemberî partî û koma meclîsê ya wan roj bi roj zêde dibin û wiha got: “Ji her êrîşeke nîjadperest û êrîşên tarî yên li hemberî hevserokê me yê giştî, koma me, rêveber û partiya me bên kirin em dixwazin ku her kes bizane wê hikûmet û alîgirên wan ên xwediyên nivîsên sorkirinê yên di rojnameyan de jê berpirs bibin.”

Oluç diyar kir têkildarî weşanên mijara gotinê pêvajoya hiqûqî jî xistine meriyete û wiha got: “Hin saziyên medyayê yên li hemberî me kampanyaya hedefnîşankirinê rêxistin dikin, zemîna êrîşên nîjadperest çêdikin û hêzên li pişt wan hişyar dikin, em bang li wan dikin dest ji kampanyaya xeter a ew dimeşînin û qirêj û weşanên qirêj ên hedefnîşankirinê berdin.”