HDP: Em bi hev re dikarin pêşî li vê rêveçûnê bigirin

HDP’ê 1’ê Îlonê pîroz kir û got, "heke em têkoşîna demokrasî, aştî, dadmendî û wekheviyê bi hev re bidin, ji bo rawestandina vê rêveçûnê ev ê bibe gaveke girîng."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo 1’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. HDP’ê di daxuyaniyê de got, "têkoşîna aştiyê, di demên wiha de ku şert û derfetên aştiyê nîn in, girîng e û nirxdar e". Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "aştî, rabûna sedemên şer e; tê maneya ku têkiliyên demokratîk û saziyên wiha werin avakirin ku careke dî rê li ber şer venebe. Jiyaneke wekhev, azad û bi hev re were jiyîn. Jiyana di nava aştiyê de mafekî sereke yê mirov e. Li welatekî wiha ku aştî lê ne sazkar e, di serî de mafê jiyanê ti heq û hiqûqa însanî ne di ewlehiyê de ye."

BANGA HEVPARBÛNÊ

HDP’ê di daxuyaniya xwe de herî dawî got: "Di 1’ê Îlonê de em bang li hemû hêzên demokrasî û aştiyê yên Tirkiyê, bang li hemû welatiyên xwedî wijdan, rêxistinên civaka sivîl, sendîka, yekîneyên pîşeyî, partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk ên girseyê dikin ku hevkariya xwe ya aştiyê zêde bikin.

Heke em têkoşîna demokrasî, aştî, dadmendî û wekheviyê bi hev re bidin, ji bo rawestandina vê rêveçûnê ev ê bibe gaveke girîng. Werin, em têkoşîna demokrasiyê bi hev re geş bikin, aştiyê bi hev re bi dest bixin."