HDP'ê strana xwe ya Kurdî ya hilbijartinê li hashtagê weşand

HDP'ê strana Kurdî ya ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê amade kir, weşand.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), strana Kurdî ya ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê amade kir, li ser hesabên medya civakî weşand. Strana bi navê 'Em li vir in' bi hashtaga #EmDikarin li Twitterê hate weşandin û di demeke kin de cihê xwe di rêzên destpêkê de girt.

Ji Koma Gulên Xerzan, Çiya distirê. Gotinên stranê wiha ye:

Şîr da mezopotamya, zarokê vê axê ne

Jin û mêr, kal û pîr

Li ser şopa rojê ne

 
Li vir in em li vir in

Li vir in em li vir in hevalno

Dikarin em dikarin

Dikarin em dikarin hevalno


Al û netew û ziman

Hemû ji bo me yek in

Pîvan e mirovahî

Ji dozê venagerin

 
Mil bidine HDP'ê

Bi gelê xwe bawer in

Li hundir û li der in

Em tev welatperwer in