HDP'ê Platforma Hilbijartinê ya Herêma Ulmê ava kir

Nûnerên AGÎF, SKB, NAV-DEM, ADHF û SYKP bi banga HDK-Ulmê li hev civiyan û Platforma Hilbijartinê ya Herêma Ulmê ava kirin. Li bajarê Karlsruheyê jî komîsyona hilbijartinê li hev civiya.

Nûnerên AGÎF, SKB, NAV-DEM, ADHF û SYKP bi banga HDK-Ulmê li hev civiyan û Platforma Hilbijartinê ya Herêma Ulmê ava kirin. Platformê kar û plansaziyeke berfireh a ji bo hilbijartinê danî ber xwe.

Li gorî daxuyaniya li ser mijarê hate kirin, platform wê mîna karê referandûmê û hilbijartina beriya niha, ne tenê li navenda Ulmê her wiha li derdora bajêr jî bixebite.

Platform ku giraniyê dide ser karê rêxistinbûnê, plansaziyeke berfireh a kar danî ber xwe.

Li gorî vê yekê, karê wê destpêkê bê kirin wiha ye:

* Heta 20'ê Gulanê wê Şanoya Yenî Kapi bê nîşandan.

* 25'ê Gulanê û 2'ê Hezîranê wê li navenda bajêr standên agahdarkirinê bên danîn.

* 3'ê Hezîranê wê bi beşdariya lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî şahiyek bê organîzekirin.

KARLSRUHE

Li bajarekî din ê Elmanyayê li Karlsruheyê, der barê hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civînek hate kirin. Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz tevlî civînê bû û li ser hilbijartinê agahî da. Sariyildiz diyar kir ku tirsa ketiye dilê Erdogan kiriye ku ew ji cîhanê qut bibe û got, Erdogan dixwaze bi rêbazeke faşîzan Tirkiyeyê bi rê ve bibe.