Daxuyaniya îmzeya herdu wekîlên HDP’yî li ser e wiha hate gotin: “Endamê Meclîsa Şaredariya Seyhanê Mûstefa Akdag têkildarî Cejna Gadîr Hûm a li gorî baweriya civaka Elewî yên Ereb weke rojeke pîroz tê dîtin heqaret kiriye û weke roja îftirayê pênase kiriye.”
Wekîlên HDP’yî Tulay Hamîtgollari Orûç û Kemal Peksoz bibîr xistin ku rêxistina AKP’ê ya Edeneyê têkildarî Akdag lêpirsîna dîplomasî daye destpêkirin û got: “Em bawer bikin ku ev lêpirsîn ji ber rêzgirtina bi bawerî û wê bi awayekî adil bê lêpirsînkirin?”
Wekîlên HDP’yî gotin: “Yek ji diyarkirina hişmendiya qetilker a ku bi salan li dijî Elewiyan tê kirin û dî tevahî dîrokê de Elewî biçûk dîtin, tine hesibandin û perçiqandine.”
Serokkomarê Tirk Erdogan ê bi dehan car gotinê ku Elewiyên Ereb (Nisêbînî) biçûk xistine, dîsa her wiha bi dehan daxuyaniyên ku baweriyê biçûk dixe kiriye; dîsa ji bo parastina komên çete yên cîhadî ku li Sûriyeyê bi gotina ‘Helale ku Elewî bên qetilkirin’ û bi serê mirovan jê dikin, bi dehezaran qetil dikin ti rê û rêbaz nemane ceribandin. Di demek wiha de gotinên Mûstefa Akdogan kirî , ma ne diyare cesaret û hêz jî kê girtiye?”
Eger ku AKP dixwaze bi rastî gavekê bavêje wê Cejan Gadîr Hûm a li cihên ku Elewiyên Ereb lê zêde ne wek cejnekî fermî îlan bike. Hêviya me nîne ku vê bike, lê hêviya me heye ku gelên Tirkiyeyê bi Elewiyên xwe ve, bi baweriya Sunî, lakîk û demokrasiyê ve dikare li ser vê xakê bijîn.”