HDP’ê li Amed û Êlihê buroyên hilbijartinê vekirin

HDP’ê di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê der li Amed û Êlihê buroyên hilbijartinê bi aktivîteyekê vekirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rezanê, di çarçoveya xebatên hilbijartina bi darê zorê ya 24’ê Hezîranê de li taxên Fatîh û Bagcilarê buroyên hilbijartinê vekirin. Beriya buroya hilbijartinê bê vekirin welatiyan li ber dihol û zirneyê govend gerandin. Di aktivîteyê de Hevseroka HDP’ê ya Amedê Filîz Bûlûttekîn axivî û got: “Em ê hesabê dayika Tebet, Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi xebitîna li van buroyên hilbijartinê ji zalan bistînin.”

ÊLIH

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Êlihê li taxa Bahçelîevlerê jî buroya hilbijartinê vekirin. Dayikên Aştiyê, Hevserokên HDP’ê yên bajêr Bêrîvan Helena Işik, Nîzamettîn Togûç, Hevseroka Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Şukran Toprak û gelek kes tevlî aktivîteya vekirina buroyê bûn.

Dayika Aştiyê Fadîme Irmak li vir axivî û diyar kir ku wê bi ser bikevin. Irmak wiha got: “Bi izna xudê em ê bi ser kevin.Êdî bes e bila dayik negirîn. Divê roja hilbijartinê her kes xwedî li dengê xwe derkeve, bi rijandina xwînê ev pirsgirêk çareser nabe.”

Her wiha Hevserokê HDP’ê yê bajar Nîzamettîn Togûç jî axivî û diyar kir ku divê li Êlihê 5 parlementeran derbixe û got: “Em ê AKP’ê ji Êlihê derbixin. Coşa li vir encamên hilbijartinê ji niha ve diyar dike.”