HDP’ê ji bo lêkolîna komkujiya li Siwerekê şandeyek ava kir

HDP’ê ji bo lêkolîna komkujiya li navçeya Siwerekê ya Rihayê şandeyek ava kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek nivîskî weşnad û ev tişt gotin;

“Li navçeya Siwerekê ya Rihayê bûyera ku weke ‘şerê eşiran’ hate nîşandan lê di dîmenên hatine weşandin de şopên komkujiyê hene ji bo lêkolÎna bûyerê partiya me şandeyek ava kir.

Bi vê armancê şandeya ku ji parlamenterên me yên Riha û parêzeran pêk tê wê sibê bi rêxistinên civaka sivîl, şahidên bûyerê û malbatên bûne mexdûr re wê bicive û têkildarî bûyerê lêkolînan bikin.

Şandeya me wê piştî lêkolînan di demek herî nêz de rapora çavdêrî û agahdarkirinê bi raya giştî re parve bike.”