HDP'ê ji bo dengdayîn û ewlekariya sindoqan hişyariyên girîng da
Komîsyona Desteya Sindoqê, Muşahît û Agahiyan a HDP'ê, der barê ewlekariya sindoqan a ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Komîsyona Desteya Sindoqê, Muşahît û Agahiyan a HDP'ê, der barê ewlekariya sindoqan a ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Komîsyona Desteya Sindoqê, Muşahît û Agahiyan a HDP'ê, der barê ewlekariya sindoqan a ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'DENGDANÊ JI BERÊVARÊ RE NEHÊLIN'
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di hilbijartina beriya niha de, rêjeya dengên şewitîn-nederbasdar, di asta herî bilind a dîroka hilbijartinê ya Tirkiyeyê de bû. Bi hesasiyeteke mezin em dengên xwe bi kar bînin. Ji bo vîna hilbijêran bi xurtî xwe nîşan bide, pêwîste mora ERÊ yan jî TERCÎH' li glovera li binê amblema partiya me were xistin. Gelekî girîng e ku hilbijêr dengdayînê ji berêvarê re nehêlin. Bi taybetî, li herêmên ku tarî zû dikeve erdê, divê deng di nava rojê de zû bên bikaranîn. Her wiha, ji ber ku li hin herêmên hilbijartinê wê sindoq bibin yek, girîng e deng danê sibehê bên bikaranîn, ku di dengdayînê de zor û zehmetî rû nedin.
Pêwîste hilbijêr, ji niha ve cihê dibistana lê dengê xwe bi kar bîne careke din kontrol bike, ku roja Yekşemê zehmetiyan nekişîne.
PÊWÎSTÎ BI KÎJAN BELGEYAN HEYE?
Hilbijêr ji bo karibe dengê xwe bi kar bîne, divê herî kêm yek ji belgeyên; nasname, ehliyet, pasaport an jî cizdanê zewacê, ku nûmaraya nasnameyê ya TC li ser e, bi xwe re bibe. Eger yek ji van belgeyan li cem hilbijêr hebe, hingî ne mecbûr e ku kaxiza agahiyan a hilbijêran, pê re hebe.
'PIŞTÎ KETINA KABÎNEYÊ ZERF Û PISÛLE NAYÊ DAYÎN'
Beriya em bikevin kabîneya dengdayînê em bala xwe din ser zerfê ku pêwîst e fîlîgrana YSK’ê û du mor li ser hebin, her wiha divê li pişt pisûleya deng mora aîdî desteya sindoqan hebe. Eger ew nînbin beriya em bikevin kabîneyê divê em zerf û pisûleyê bi ya nû biguherin. Em ji bîr nekin ku piştî ketina kabîneyê bi ti awayî zerf û pisûle nayên dayîn.
'EM PIŞTGIRIYA HEV BIGIRIN'
Em piştevaniya bi welatiyên astengdar, îxtiyar, dayikên bi zarok ji bîr nekin.
'HER HILBIJÊREK DIKARE HILBIJARTINÊN SINDOQA XWE BIŞOPÎNE'
Ji ber îxtîmala ku endamên desteya sindoqan dereng biçin, wê demê kesên ku li derdora sindoqan, dildarên xwendin û nivîsandina wan heye, li gor zagonê dikarin bibin endamê desteyê. Ji ber vê jî em zû biçin derdora sindoqan.
Vekirin û hejmartina dengan bi awayekî aşkera tên kirin. Ji ber vê jî her hilbijêr dikare hejmartina dengên di sindoqên xwe de bişopîne. Dema karê hejmartina dengan û girtina bin qeydê de li hemberî hîle û nelirêtiyan em hessasiyet û baldariyek mezin nîşan bidin. Em dengan û encamên sindoqan heta navendên komkirina dengan bişopînin. Em bawer bin ku bi awayekî tendurist gihiştiye navendan û derbasî qeydê bûye.”
'EM NÊZÎ DAYÎNA BERSIVEK XURT IN'
Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Li hember ferzkirinê seroktî û şer em li nêzî dayîna bersivek xurt in. Ji me hemûyan re qewet be.”