HDP'ê ji bo daxwazên Elewiyan Qanûn pêşniyar kir

HDP'ê ji bo daxwazên Elewiyan Qanûn pêşniyar kir

Parlamenterê HDP'ê Demîr Çelîk, der heqê pirsgirêkên Elewiyan de Qanûnek pêşkêş kir û xwest, dersên olî yên ji neçarî bên rakirin, Cemxane bibe xwedî statuya qanûnî, di pirtûkên alîkariyê yên ji aliyê Wezareta Perwerdeya Millî ve hatine pêşniyarkirin de pênaseya Elewîtî û gotinên Elewîtiyê biçûk nîşan didin werin sererastkirin an jî rakirin, akademiyên Elewî bên avakirin û navê Pira Bogazê weke Pira Aştiyê bê guhertin.

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, ji bo astengiyên li pêşiya azadî û mafên bingehîn ên Elewiyan bên rakirin pêşniyara Qanûnekê kir.

PÊŞNIYAR QANÛNA JI 11 XALAN

Pêşniyar Qanûna ji aliyê Çelîk ve hatiye amadekirin wiha ye:

"Armanc û naverok

XALA 1.- (1) Armanc û naveroka vê qanûnê, rakirina astengiyên li pêşiya azadî û mafên bingehîn ên welatiyên Elewî ye.

Têkiliya Ol û Dewletê

XALA 2.- (1) Têkiliya Ol û Dewlet, Ol û Siyaset ji nû ve tê sererastkrin. Ol bi îbadet û baweriyê re ji bo meşandina xizmetên olî xweser e, radestî civatan tê kirin.

Statuya hiqûqî ya cemxaneyan

XALA 3.- (1) Statuya hiqûqî ya cemxaneyan, îbadetxane ye. Di çarçoveya mewzûatê de, ji hemû mafên îbadetxaneyên din jê sûdê werdigirin, sûdê werdigire.

Rakirina dersên olî yên ji neçarî

XALA 4.- (1) Dersên olî yên ji neçarî hatine rakirin. Perwerdeyên li ser hemû baweriyan, bi dersên xwedî derfeta hilbijartinê, tê dayîn.

Radestkirina turbe û dergahên Elewiyan

XALA 5.- (1) Turbe û dergahên Elewiyan ên berê hatin desteserkirin, tênradestkirin.

Xebatê bi armanca Hîndekariya Elewîtiyê

XALA 6.- (1) Di bin dîwana Zanîngehan de akademiyên Elewî tên avakirin.

Parastina cih û warên pîroz

XALA 7.- (1) Projeyên binesaziyê yên cemaweriyê, ku bandoreke neyînî li cih û warên pîroz dikin, nayên kirin.

Roja Aşûre

XALA 8.- (1) ... Roja Aşûreyê ye û betlaneya fermî hatiye ragihandin.

Pira Aştiyê

XALA 9.- (1) Navê Pira Bogazê bûye Pira Aştiyê.

Meriyet

XALA 10.- (1) Ev Qanûn di roja weşandinê de dikeve meriyetê.

Rêvebirin

XALA 11.- (1) Hukmên vê Qanûnê ji aliyê Desteya Wezîran ve tê birêvebirin."