HDP’ê bûyerên Çewlik û Dara Hênê bir meclîsê
HDP’ê bûyerên Çewlik û Dara Hênê bir meclîsê
HDP’ê bûyerên Çewlik û Dara Hênê bir meclîsê
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken bûyera li Çewlikê ku li dijî midûrê midûriyeta polîsan êrîş pêk hat û li navçeya Dara Hênê jî wesayît hat gulebarankirin di cih de lêkolîn kir û daxwaz kir ku bila her du bûyer jî bên lêkolînkirin û ji bo keskên sûîqest û înfaza bêdaraz pêk aniye bê diyarkirin lêkolîna meclîsê xwest.
HDP’ê bûyera ku di 9’ê Cotmehê de li devera Dortyol a Çewlikê pêk hat û Cîgirê midûr û komîserek mir û midûr û polîsek birîndar bûn, her wiha bûyera li Dara Hênê ku wesayîtek hate gulebaran kirin bir meclîsê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken li bajar der barê her du bûyeran jî lêkolîn kir û daxwaza lêkolîna meclîsê kir.
Balûken gotinên Serokwezîr Ahmet Davûdoglû yên der barê her du bûyeran de yên wekê ‘terorîstên di vê bûyerê de cih girtin di nava çend saeten de hatin cezakirin’ û gotinên Erdogan ên weke ‘hêzên me yên ewlehiyên kesên ku ev bûyer pêk anîne dîtine û cezakirine’ bi bîr xist û got ku Walîtiyê jî her du bûyer bi hev ve girêdaye, lê tu têkiliya van bûyeran bi hev tune û li Dara Hênê kesên di wesayîtê de hatin qetikirin, hatine înfazkirin.