HDP'ê bi rêya medya civakî ji bo qeyda dengdêran bang kir

Ji bo dengdêr heta 12'ê Gulanê qeyda xwe bikin, bi rêya medya civakî bang hate kirin.

Kampanyayên li ser Twitterê yên der barê hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dewam dikin. Di malpera parvekirina ciavkî de bi etîketa '#12MayısaKadar' (Heta 12'ê Gulanê) bang li dengdêran hate kirin ku qeyda xwe çêbikin.

Di peyaman de hate bibîrxistin ku qeyda hilbijêran heta 12'ê Gulanê dewam dike. HDP'ê jî ji xwendekar û karkerên demsalî xwest ku serî li rêxistinên wan ên bajar û navçeyan bide ji bo qeyda xwe çêbikin