HDP dixwaze li Agiriyê her çar wekîlan bi dest bixe
HDP xwe amade dike ku mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Agiriyê her çar wekîlan bi dest bixe.
HDP xwe amade dike ku mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Agiriyê her çar wekîlan bi dest bixe.
Yek ji bajarên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lê gelekî xurt e, Agirî ye. HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li Agiriyê 78 ji sedî yê dengan stendibû û 4 wekîl derxistibû. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî 66 ji sedî yê dengan girtibû û 3 wekîl bi dest xistibû. Şaredariya Agiriyê jî sê serdem e dikeve destê siyaseta Kurd. Agirî careke din xwe amade dike ku li ser sindoqê bersivê bide zilm û zordariya dewleta Tirk.
Parlamentera Agiriyê ya HDP'yî Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku çavê AKP'ê bi salan e li Agiriyê ye û destnîşan kir ku Agiriyê ti carî serê xwe li ber polîtîkayên faşîst netewandiye.
Taşdemîr ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û bal kişand ser serketina HDP'ê ya 4-0 a hilbijartina 7'ê Hezîranê. Taşdemîr got, "Agirî ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo alîgirên demokrasî û azadiyê bû hêvî. Di 7'ê Hezîrane de her kesî serketina Agiriyê weke mûcîzeyekê didît. Lê êdî em vê yekê weke mûcîze nabînin. Rastiya ku di 7'ê Hezîranê de derkete holê em weke heqîqeta Agiriyê dibînin. Di 24'ê Hezîranê de jî gelê Agiriyê wê bi sekna xwe ya bi rûmet dîsa bike 4-0."
ENCAMA KU LI AGIRIYÊ TÊ
Ji esnafên Agiriyê Dîlaver Ozgen ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku gelê Agiriyê wê helwesteke ku li rastiya wan tê, li dijî AKP'ê nîşan bide. Ozgen diyar kir, ji ber ambargoya aboriyê ya AKP'ê bi sedan esnaf neçar mane dikanên xwe bigirin û got, ew bi gelê xwe piştrast in.
DAYINA DENGAN TÊRÊ NAKE, DIVÊ MIROV BIXEBITIN
Abdulkadîr Tutuncu jî destnîşan kir ku serketina hilbijartinê bi karekî xurt dibe û diyar kir, her kesên destekê didin HDP'ê divê qîma xwe tenê bi dayina dengan nîne. Tutuncu got, "Dayina dengan têrê nake, divê mirov bixebite. Gelek komkujî anîn serê me, pêşiyên me hatin kuştin. Girîng e ev hilbijartin bibe roja hesabpirsînê."
EM Ê JI ERDOGAN RE BÊJIN 'OXIR BE'
Esnaf Kenan Mazlûm û Hişyar tevî ku dengdêrên HDP'ê ne, karê hilbijartinê jî dikin. Her sê ciwanên Agirî diyar kirin ku armanca wan bidestxistina 4 wekîlan e û gotin, "Roja 24'ê Hezîranê em ê ji Erdogan re bêjin 'oxir be'."