HDP: Divê kesên gule berdan Demîr bên darizandin

HDP: Divê kesên gule berdan Demîr bên darizandin

Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê, nerazîbûn nîşanî mudaxeleya li hemberî gelê ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê protesto dikin kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bang li hikûmetê dikin da ku şideta li hember destekvanê berxwedana Kobanê rawestîne; di birîndarkirina endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Semra Demîr de kesên talîmat dane û yên pêk anîne ji wezîfeyê wergire û sûcdar bên cezakirin. “

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, HDP MYK  ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku li hember kesên tevlî nobeta sînor dibin hê jî êrîşên leşker û polîsan didomin. Daxuyanî wiha dewam kir, “Endama DBP MYK’ê Semra Demîr a bi gelê li gundê Mehser ê Pirsûs re nobet digirt, bi çeka gazê ji mesafeyeke nêz ji serê xwe bi giranî hatiye birîndarkirin. Em ji Semra Demîr re ya hê jî rewşa wê giran e şifayê dixwazin.

Em bang li hikûmetê dikin da ku şideta li hember destekvanê berxwedana Kobanê rawestîne; di birîndarkirina endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Semra Demîr de kesên talîmat  dane û yên pêk anîne ji wezîfeyê wergire û sûcdar bên cezakirin. “

Heta êrîş û dorpêça DAIŞ a hov û qetlîamker bidome wê çalakî û hestyariya gel û hêzên demokratîk bidomin. Wê berxwdana Kobanê bi tenê nehêlin."