HDP: Divê hêzên li pişt Komkujiya Pirsûsê werin eşkerekirin
HDP: Hêzên li pişt Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin. Li dijî vê kesên ku doz şopandin, xazî û şahidên Pirsûsê yên ku dadmendî xwestin hatin binçavkirin û girtin.
HDP: Hêzên li pişt Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin. Li dijî vê kesên ku doz şopandin, xazî û şahidên Pirsûsê yên ku dadmendî xwestin hatin binçavkirin û girtin.
HDP’ê di salvegera Komkujiya Pirsûsê, 20’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got, li Pirsûsê kuştina 33 ciwanan a bi hovîtî ya bi destê DAIŞ’ê pêngava pêşî ya pêvajoya şer e. HDP’ê diyar kir bi Komkujiya Pirsûsê serdemek hatiye girtin û ji hêla desthilatdariya AKP’ê ve serdemeke nû hatiye destpêkirin:
"Di hemû şeran de pêşî piran hildiweşînin da ku destek neçe, gel tenê bimîne. Li Pirsûsê pira têkoşîna hevpar û hevgirtinê ya gelan li dijî barbariya DAIŞ’ê hate xwestin ku were hilweşandin. Beriya bi 2 salan îro ciwanên ku ji bo avakirina Kobanê bi rê ketin dixwestin ku pirekê ava bikin. Di nav wan de ciwanen Tirk, Kurd, Laz, Ereb u Çerkez hebûn. Pêlîstok û şitl di birin ji wan zarokan re ku bajarê wan hatibû hilweşandin.
Desthilatdarî ji bo ku ser vê komkujiyê bigire her tişt kir. Li gel vê jî bi têkoşîna hiqûqê ya malbat û dostên wan piştî bi 21 mehan doz hate dîtin.
Di vê dozê de ku kambaxiya hiqûqê ye tekane bersûcê ku tê darizandin Yakup Şahîn e. Yakub Şahîd bi hinceta ewlehiyê neanîn rûniştina dozê, di rûniştina duyemîn de jî bi hinceta ku nexweş e red kir ku bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bibe.
Helwesta şandeya dadgehê jî sosret bû. Derbarê Hevserokê SGDF’ê ku bi şahidî tevlî rûniştina pêşî bûbû, ji ber îfadeya wî ya li dadgehê lêpirsîn hate vekirin. Du rûniştina duyemîn de jî daxwaza mudahîlbûnê ya şahidên ji xeynî yên birîndar hate redkirin. Sedem jî derî êqil e: Rasterast dîtina ziyanê ya ji sûc.
Hêzên li pişt komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin. Lê şopdarên dozê, şahid û xaziyên Pirsûsê yên ku dadmendî dixwestin hatin binçavkirin û girtin. Piştî komkujiyê 12 birîndarên Pirsûsê hatin girtin.
Di ser komkujiya Pirsûsê re 2 sal derbas bû. Em 33 ciwanên şoreşger ji bîr nakin. Heta yên ku organîzekirin ku ew bi hovîtî werin kuştin, heta ew hêzên kirin ku xwekuj wiha bi hêsanî li Pirsûsê bigere derkeve holê têkoşîna me wê domdar be.
Daxwazên wan wê bi têkoşîna me re bijîn. Avakirin û parastina pira ku wan dixwest di navbera gelan de ava bikin soza me ye. Em 33 rêwiyên xewnerojkê bi hurmet û hezkirinê pîroz dikin."