HDP: Divê endamên me yên Meclîsa Ciwanan tavilê bên berdan

HDP'ê xwest ku 23 endamên Meclîsa Ciwanan ên 17'ê Hezîranê hatin destgîrkirin tavilê bên berdan.

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran got, "Polîtîkayên zext û tepisandinê yên tifaqa AKP-MHP'ê li her qadê didomin. Herî zêde jin û ciwan dibin hedefa van polîtîkayan."

Başaran bi bîr xist, Duşemê li Edeneyê 23 ciwanên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin, bûn hedefa tundiya polîsan û got, "Divê were zanîn ku êrîşên li dijî ciwanan û mûxalîfan wê ti encamê bi xwe re neynin."

Başaran diyar kir, ciwan wê li hemberî van êrîşan paşve gav neavêjin û got, "Êrîşên li derveyî aqil ên li dijî Meclîsa me ya Ciwanan divê tavilê bi dawî bibin û endamên me yên Meclîsa Ciwanan tavilê bên berdan."