HDP di xebatên hilbijartinê ya  Berlînê de partiya yekem e

Li Berlînê coşiya HDP’ê zêde dibe. HDP li paytextê bi rengê partiya yekem dertê pêş.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê ber bi hilbijartina 24’ê Hezîranê ve xebatên pir reng ên HDP’ê didomin.

HDP bi xebatên xwe yên li Berlînê dide nîşan ku ew partiya yekem e. Piştî HDP’ê carcaran mirov hin CHP’yiyan jî dibîne ku belavokan belav dikin

Xebatên HDP’ê yên li Berlînê li 8 navçeyan bi komisyona heremê bi rengekî geş xebatên xwe dikin. Xebatkar li Kreûzberg, Schhoneberg ,Weddîng û Neukollnê standan vedikin.

DIYALOGA BI WAN KESAN RE KU BERÊ DENGÊ XWE DABÛNE PARTIYÊN DÎ

Heta niha bi deh hezaran belavok bi Tirkî, Kurdî û Elmanî hatin belavkirin û serdana bi sedan malî hatiye kirin. Her wiha li dawet, tazî, li xwarinên fitarê jî gel derbarê hilbijartinê hate agahdarkirin û bi wan kesan re ku berê dengê xwe dabûne partiyên cuda diyalog hatin danîn.

Di serî de bi Mêrdînî, Rihayî û Serhadiyan re civînên herêm û bajaran hatin çêkirin.

Jin serdana malan dikin, li mizgeftan bi kesên rojîgir re civat têne danîn.

MÎTÎNGA EFRÎNÊ Û ŞAHIYA HDP’Ê

Komîteya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Berlînê îro ji bo Efrînê û xebatên hilbijartinê ev agahî da û bang kir:

‘’Saet 15.00’an li Alexander Platzê ji bo Efrînê wê miting were çêkirin. Her  wiha saet 16.00’an li Leopolad Plazê şahiya HDP’ê heye, em made bin. Êvarî saeat 18.00’an li Mizgefata Neukolln Mezopotamyaê bi Mêrdîniyan re wê civîna nirxandina xebatên hilbijartinê were kirin.’’