HDP, CHP, Îyî Partî û Saadetê Plaftorma Hilbijartinê ya Adil pêk anîn
Li Enqereyê HDP, CHP, Îyî Partî û Partiya Saadet ji bo ewlekariya hilbijartinê Platforma Hilbijartinê ya Adil pêk anî.
Li Enqereyê HDP, CHP, Îyî Partî û Partiya Saadet ji bo ewlekariya hilbijartinê Platforma Hilbijartinê ya Adil pêk anî.
HDP, CHP, Îyî Partî li gel Partiya Saadet, rêxistinê civaka demokratîk û rêxistinên pişeyî li dijî hîle û dizîna dengan a AKP-MHP’ê Platfroma Hilbijartinê ya Adil pêk anî.
Avakirina platformê li Dibistana Partiya CHP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin.
Di deklerasyona Platforma Hilbijartina Adil de bal hate kişandina ser van xisûsan:
“Yekan e armanca me parastina dengan û her kesên biçe ser sindoqan û dengê xwe bide kîjan partî dibe bila bibe divê ewlekariya wê bê parastin. Ji bo em bigihêjin armanca 56 milyon hilbijêrên ku daxwaza wan eve me hêzên xwe kire yek.
Em li ferqa zorî û astengiyan de ne, hilbijartine bi adilane çawa ji bo her kesê pêwîst e , ji bo wê kar dikin. Em di wê hêviyê dene ku ji bo ewlekarî û aramniya çûna ser sindoqan wê bandoreke erênî bike. Ji bo vê ji bo ewlekariya hilbijêran û derbaskirina fikarên wan bi rêya çapemeniyê û raya giştî vê xebatê radigihînin.Ji bo tevlîbûna Platfroma Hilbijartina Adil ji bo hemû partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka demokratîk û erkdarên desteya sindoqan a însyatîfên sivîl û erkdarên muşahîdan ji bo yek sindoq jî vala nemîne em ê bi hev re kar bikin.
Heger ku mumkûn be emê bi hev re bin, wê yekîneyên me li her qadê kar bikin. Em li her cihê ku sindoq lê hatinbin danîn bin. Biryara ku YSK’yê dayî dengê nêzî 150 hezar hilbijêran xiste nava fikaran. Ji bo gel xwe bikare bigihîne cihên sindoqan û dengê xwe bikar bînin, em ê hewl bidin hemû astengiyan derbas bikin. Ji bo ewlekarî û aramniya dengdayîn û hilbijêran em ê kar biin. Ji bo hejmartina her sindoqên dengan wê hejmara erkdarên me sê qat bê zêdekirin.
Li Navenda Peyweîndî û Çapemeniya Hevpar a li Enqereyê hate avakirin, agahiyên ku ji yekîneyên me tên girtin, dîsa encamên hilbijartinê hem wext em ê ji bo Tirkiyeyê ragihînin. Em rê nadin encamên hilbijartinê bi destê çapemeniyê bê manîpûlekirin.
BANG
Mafê dengdanê ne tenê bikaraîna deng e. Parastina û xwedîderketina wê jî mafê hilbijarêran e. Em bang li her kesê dikin ku mafê xwe bikar bînin, xwedî li sindoq derbikevin.
SAZIYÊN TEVLÎ PLATFORMÊ BÛNE
Partî û saziyên di platformê de cih digirin ev in: HDP, CHP, Partiya Îyî, Partiya Saadet, Platforma Bête Nabe, Partiya Emek, DÎSK, KESK, Komeleya Ramanên Ataturk, Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê, Hêza Sindoqê, Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê, Memleket Em in, Tevgera Hevgirtina Hezîranê, Dengê min di Ewlehiyê de ye, Maf û Edalet, Tevgera Huriyet.