HDP bi vekirina buroyan bi gel re dicive

HPD a ku ji bo xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê lez dan xebatên xwe, li gelek navendan bi gel re civiyan. Di vekirina buroyên hatin kirin de peyamên bihevrebûnê hatin dayîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê navber xebatên hilbijartinê dom dikin. HDP a ku li gelek navbenda buroyên hilbijartinê vekirin, bi gel re hatin ba hev, peyamên têkoşînê, piştgirî û bihevrebûnê hatin dayîn.

MÛGLA

Li navçeya Bodrûm a Mûglayê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de, HDP’ê li taxa Tûrgûtreîs bi tevlîbûna Parlmenterê HDP’ê Erol Dora buroyek vekir. Di vekirina buroyê ya eleqeyek mezin hate nîşandan de, govend hate gerandin û Parlementer Dora ji gel re axivî. Dora bibîr xist ku wê HDP bi gelên Tirkiyeyê re têkoşîn bike û wê benda asteng danîn pêşiya gelan bi erdê re bikin yek.

ÎZMÎR

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Îzmîrê jî li taxa Aatepe ya navçeya Bûcê boroyeke ya hilbijartinê vekir. Bi tevlîbûna Parlemeterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr û gelek welatiyan buro hate vekirin. Li vir Pîr axivî û diyar kir ku wê li gel gelên Tirkiyeyê demokrasî û azadiyê qîr bikin. Pîr got: “Wê 24’ê Hezîranê dawî li hişmendiya zilmê bînin.”

DÎLAK

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Dîlokê li taxa Golluce ya Vatanê buroya hilbijartinê vekirin. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û bajar, dîsa Dayikên Aştiyê, endamên TJA, KCD û ber namzetan bi sedan kes tevlî vekirina buroyê bûn.

Buroya hilbijartinê bi tilîliyên HDP’yiyan û dirûşma ‘Bi berxwedanê em ê bi ser kevin’ hate vekirin. Qada vekirina buroyê vegeriya mîtîngê. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li vir axivî û diyar kir ku hilbijartina bi darê zorê ya 24’ê Hezîranê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê nuqteya dawî be û got: “Tecrîd wê 24’ê Hezîranê têk biçe.”