HDP bi şev û roj di nava gel de ye

Civîn û kombûnên HDP'ê yên li Amed, Mereş, Meletî û Rihayê dewam dikin. Li Mêrdînê xebatkarên AKP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatin destgîrkirin. Li Dersimê jî ji bo ewlekariya sindoqan bang hate kirin.

Civîn û kombûnên HDP'ê yên li Amed, Mereş, Meletî û Rihayê dewam dikin. Li Mêrdînê xebatkarên AKP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatin destgîrkirin. Li Dersimê jî ji bo ewlekariya sindoqan bang hate kirin.

AMED: Rêxistina HDP'ê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Seyrantepeyê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr, Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr jî di nav de zêdeyî 100 kes tevlî merasîma vekirinê bûn. Pîr ji parlamenterên AKP'yî yên li bajêr re got, "Ji ber ku ji gel ditirsin, tevî polîs û cerdevanan digerin. Binerin, em gel in û di nava gel de ne."

MEREŞ: Li navçeya Pazarcix û bajarokê Narli yên mereşê jî, namzetên HDP'yî û rêxistina bajêr serdana gel û esnafan kirin. HDP'yiyan guh dan pirsgirêkên gel û qala çareseriya wan kirin.

MELETÎ: Namzetên HDP'ê yên Meletiyê û rêveberiya bajêr li hin taxan civîn kirin û li taxa Haniminçîftlîgî jî buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP'ê Yûsûf Bozkûş û Jiyan Taş tevî rêveberên bajar û navçeyan, destpêkê li taxên Kurecîk, Aksut, Kasimûşagi, Develî, Sarihaci, Çakillipinar, Harûnûşagi yên navçeya Akçadagê bi welatiyan re rûniştin. Piştre jî li navçeya Battalgaziyê buroya hilbijartinê li taxa Haniminçîftlîgî vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya li vir peyivî û ji bo xwedîderketina li sindoqan bang kir.

RIHA: Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, HDP'yiyan serdana esnafan kirin û buroya hilbijartinê vekirin.

LI MÊRDÎNÊ AKP JÎ DIXEBITE!

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, polîsên Tirk avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Hamîde Coltû û Erkan Şeyhmûs Keleş û Mûrat Yildirim ku ji bo hilbijartinê wezîfedarên li ber sindoqan e, hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.

LI DERSIMÊ JI BO EWLEKARIYA SINDOQAN BANG HATE KIRIN

Di vê navberê, ji bo pêşî li dengên HDP'ê bê girtin û deng bên dizî, bi biryara YSK wê li Dersimê jî cihê 56 sindoqan bên guhertin. 48 li Pîlemûriyê, yên din jî li navçeyên Mazgîrt, Xozad û Çemîzgezekê ne. HDP wê wezîfedarekî sereke û yeke/î alîkar deyne ber her sindoqê. Namzeta HDP'ê yaa Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl diyar kir ku bi taybetî li gundan wezîfefdar kêm in û bang li welatiyan kir ku ji bo bibin wezîfedarên li ber sindoqê heta 3'ê Hezîranê serî lê bidin.