HDP: Bi binçavkirin û girtinan AKP nikare karê me bisekinîne

HDP'ê operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir û got, "Ev zext û zordarî nikarin karên li qada siyaseta demokratîk û xebatên hêzên demokrasî û aştîxwaz bisekinînin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hikumet û dadgeriya dûvik-alîgir ji bo wan hînî binçavkirin û girtinan bikin, çi ji destê wan tê dikin û hat gotin, "Li pêşberî binçavkirin û girtina endam û pêkhateyên partiya me yên li bajar û navçeyan, dixwazin bikin ku em serî li rêyên hiqûqî nedin û vê bê hiqûqiyê qebûl bikin. Dizane ku eger ev rewş ji rêzê bê dîtin, wê kiryarên xwe yên bêhiqûqî karibin bidomînin."

HDP'ê bibîr xist, ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ku ji pêkhateyên partiya wan e, lê li Edeneyê binçavkirî ye û wiha dewam kir:

"Hikumeta AKP'ê bi rêya binçavkirinê dixwaze mesajê bide ku wê nehêle nûnerên siyasî yên gelê Kurd li qada demokratîk bixebitin û biaxivin. Dixwaze bêje, 'Hûn ji qada siyaseta demokratîk vekişin, ez ê yên li qada siyaseta demokratîk dîl bigirim, tesfiye bikim'. Em qala partiyeke siyasî dikin ku bi dehan hevşaredarên wê hatine girtin, bi dehan şaredariyên wê bi destê qeyûm hatine desteserkirin.

Ligel Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku dîl hatiye girtin, Mehmet Arslan jî hate binçavkirin. Wateya vê binçavkirinê ev e.

Lê belê desthilatdariya siyasî çi dike bila bike, wê HDP û pêkhateyên wê xwe ji qada siyaseta demokratîk venekişînin, tesfiyeya li vê derê qebûl neke û nekeve vê xefikê. Wê bi sekna xwe ya bi biryar û têkoşîna xwe, van pêkanînên faşîst têk bibe."

HDP'ê careke din bang li dadgeriya ku bi fermanên hikumeta AKP'ê tevdigerin kir, ku li gorî pîvanên hiqûqa demokratîk û gerdûnî, li gorî peymanên demokratîk ên navneteweyî tevbigerin, ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî.

'TÊKOŞER BÊDENG NABIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ev zext û zordarî nikarin karên li qada siyaseta demokratîk û xebatên hêzên demokrasî û aştîxwaz bisekinînin. Yên ji bo demokrasî û edaletê têdikoşin, bêdeng nabin.

Bila Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ê bi neheqî hatiye binçavkirin, bê berdan."