HDP: Beriya hilbijartinê 713 kes hatine destgîrkirin

HDP’ê diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya xebatên hilbijartinê re bi talîmata desthilatdariyê heta niha 713 kes hatine destgîrkirin.

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê û parlementera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê operasyonên siyasî yên li ser partiya xwe daxuyanî da.

713 DESTGÎRKIRIN, 107 GIRTIN

Başaran got ku “Di 30’ê Adarê de li Stenbolê gelek jê namzetên me yên meclîsa şaredariyê, bi giştî 53 kes hatine destgîrkirin. Li Edeneyê jî Hevserokê me yê bajêr jî di nav de 8 endamên partiya me hatine girtin. Li Îdirê jî 15 endamên HDP û DBP’ê hatibûn destgîrkirin û 9 kes hatimn girtin. Li Wanê jî 24 kes hatibûn destgîrkirin û 14 jê hatine girtin. Li Rihayê jî endamên me yên meclîsa şaredariyê jî di nav de 11 kes hatine destgîrkirin.

Ji destpêkirina xebatên hilbijartina 31’ê Adara 2019’an û heta niha 713 kes hatine destgîrkirin û 107 kes hatine girtin. Tifaqa AKP û MHP’ê bi destgîrkirin û girtine, endam, rêveber, muşahîd, nûnerên me yên partiyê û endamên meclîsê yê şaredariyê wê nikaribe bigihêje armanca xwe.

Me li hemberî faşîzmê li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin û em ê li ser sindoqan jî li ber xwe bidin. Wê sibê vê bloka faşîst were belavkirin. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan û îradeya xwe ya demokratîk û berxwedêr bidin diyarkirin.”