HDK-F Kongreya Asayî ya 1’ê ya Herêma Orleans’ê çêkir

HDK-F bi tevlêbûna derdora 100 delegeyî Kongreya Asayî ya 1’ê ya Herêma Orleansê çêkir.

Kongreya Demokratîk a Gelan a Fransayê (HDK-F) Kongreya Asayî ya 1’ê ya Herêma Orleansê çêkir.

Kongre li Médiathèque d'Orléansê hate çêkirin. Li Kongreyê Alternative Libertaire (AL), Partî Communiste Française (PCF) û Mouvement Jeunes Communistes de France’ın (MJCF) hazir bûn. Her wiha Wekîla Sêrtê Besîme Konca, Hevberdevkên HDK-F’yê Hatîce Şahîn û Ibrahîm Seyda û Endamên Desteya Rêveber a HDK-F’yê jî hazir bûn.

Kongre bi deqeyekê rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Gulanê dest pê kir. Hevberdevkan rêziknameya HDK-Ewropa û Fransayê xwendin û her wiha derbarê xebatên li Ewropayê agahî dan.

Di kongreye de Evrîm Bakir û Mahmût Uluncak bûne hevberevkên nû, Meclîsa Herêmê ya ji 23 kesan hate avakirin, ku 13 ji van jin in.

Parlamentera HDP’ê Besîme Konca li ser hilbijartinan axivî.

‘HER HILBIJÊREK YEKÎ QANIH BIKE DIBE 12 MILYON DENG’

Konca bang li Elewiyên li Ewropayê kir û got, ‘’Em bawer dikin ku wê bibêjin, dengek ji HDP’ê re, dengek ji Demîrtaş re û dengê xwe bidin heqîqeta xwe, dahatuya xwe. Heke bi şiara ‘’Bi te dikare biguhere’ û ‘bi jinê dikare biguhere’ 6 milyon hilbijêrên ku deng dane HDP’ê her yek jê heta 24’ê Hezîranê yek kesî qanih bike, û ev hêsan e, wê demê wê nikaribin 12 milyon deng bidizin.’’