Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 14-15'ê Mijdarê de li Enqereyê civiya. Encamnameya vê civînê hat aşkerakirin.
Di encamnameyê de komkujiyên DAIŞ'ê yên li Parîs û Beyrûdê pêk anî, hatin lenetkirin û ji gelên Fransa û Lubnanê re sersaxî hat xwestin.
HDK'ê bal kişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir, ku modela xwerêveberiye ya ji gelek nasname, bawerî, azadiya jinê, demokratîk û laîk a Şoreşa Rojava li Sûriyeyê derxist holê, yekane rêya bi bandor a parastina nirxên mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê ye.
Di encamnameyê de pêvajoya hilbijartinê ya 1'ê Mijdarê hat nirxandin û hat ragihandin ku tevî hemû hewldan û êrîşên ne rewa û ne exlaqî yên li dijî HDP'ê, HDP'ê bi wergirtina 59 parlamenteran re bû hêza sêyemîn a li Tirkiyeyê û li pêşiya AKP'ê bûye asteng ku nikaribe bi tena serê xwe Destûra Bingehîn biguherîne.
Di dewama encamnameyê de şerê topyekûn ê AKP û Erdogan li hemberî gelan îlan kiriye û dimeşîne hat bibîrxistin û hat gotin, "Weke hîmê sivîl ê vê konsepta şer, AKP dixwaze HDP û Ocalan li derveyî pêvajoyê bihêle. Li şûna nûnerên xwezayî yên gelê Kurd, rêxistinbûyîneke 'cerdevaniya siyasî' ya mezhebî û rastgir ava bike."
'OCALAN SERMUZAKEREVAN E'
HDK'ê diyar kir ku ji bilî nûnerên xwezayî yên gelê Kurd, divê hewldanên ji bo afirandina mûxataban neyên kirin û hat xwestin, ku muzakere bê destpêkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke sermuzakerevan bê dîtin. Her wiha hat destnîşankirin ku tenduristî, ewlekarî û azaiya Ocalan ji bo pêvajoya muzakereyê pêwîsteke nebe nabe ye.
'EM DAXWAZA XWERÊVEBERIYÊ Û PÊKANÎNÊN WÊ REWA DIBÎNIN'
HDK, li dijî komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike bal kişand ser berxwedana gel û ev xal destnîşan kir: "HDK, daxwaz û pêkanînên xwerêveberiyê yên li bajar û navçeyên Kurdistanê bi temamî rewa dibîne. Her çend di nava şert û mercên şer û pêwîstiya xweparastinê de derket holê jî, nêrîna xwerêveberiyê nirxekî hêja ye. Xwerêveberî, weke pêwîstiyeke jiyanî, ne tenê li Kurdistanê li hemû bajar û navçeyên Tirkiyeyê, li dijî talana sermayeyeê û ferz û fermanên navendîperestiya dewletê, tercîh û vîna xwe bi xwe ya gelan e. Weke HDP em ê vê yekê bixin rojeva têkoşîna civakî."
Di encamnameyê de bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna navneteweyî ya dijî şîdeta li hemberî jinê, hat ragihandin ku wê li hemberî bêcezahiştina kiryarên cînayetên jinan, têkoşîn bê xurtkirin.