HDK: Em amade ne berpirsyariya pêwîst bigirin

HDK’ê têkildarî banga Rêber apo daxuyaniyek nivîskî da. HDK’ê diyar kir ku bang pir girîng e û got, “Em amade ne berpirsyariya pêwîst bigirin ser xwe.”

KONGREYA DEMOKRATÎK A GELAN

Kongreya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bang pir girîng e û wiha hate gotin: “Em banga Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê, ji bo avakirina Civaka Demokratîk pir girîng dibînin. Lewma Banga Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de ji bo hemû civakê û hêzên wê yên rêxistinê ye.”

‘EM Ê BERPIRSYARIYA PÊWÎST BIGIRIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin: “Weke Kongreya Demokratîk a Gelan em ê ji bo avakirina hawireke siyasî, berpirsyariya pêwîst bigirin ser xwe. Ji bo çanda demokratîk serwer bibe, divê gavên pêwîst bên avêtin. Ji bo aştî civakî bibe, divê hemû derdorên siyasî, tevgerên ked, jin, ciwan û ekolojiyê, gel û bawerî bi hev re berpirsyariya pêwîst bigirin ser xwe.”