HDK: AKP Tirkiyeyê mîna baregeha êrîşan bi kar tîne
HDK: AKP Tirkiyeyê mîna baregeha êrîşan bi kar tîne
HDK: AKP Tirkiyeyê mîna baregeha êrîşan bi kar tîne
HDK’ê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanê pêk hat, hukûmeta AKP’ê şermezar kir. HDK’ê destnîşan kir ku desteka hikûmeta AKP’ê ji bo DAIŞ’ê berdewam dike û got: “Em daxwaz dikin ku hikûmet desteka xwe ya ji bo DAIŞ’ê bibire û êdî nehêlin axa Tirkiyeyê weke baregeha êrîşan a li dijî Kobanê bê bikaranîn. Hikûmet xwe li pişt çeteyên DAIŞ’ê vedişêre. Em bang li hukûmetê dikin ku dest ji planên avakirina herêma tampon berdin.”
Desteya Rêveber a Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana bêhempa ya Kobanê berdewam dike û da zanîn ku di serî de dewleta Tirk, gelek welatên herêmê destekê didin DAIŞ’ê.
'EM ŞERMEZAR DIKIN'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo bikarin Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê bixin destê xwe, di bin çavdêriya artêşa Tirk de ji axa Tirkiyeyê ve, bi wesayitên leşkerî û tankan êrîşî Kobanê kirine û destnîşan kir ku di êrîşê de, wesayîta bombebarkirî li ber nexweşxaneyekê hatiye teqandin û zêdetirî 10 kesan jiyana ji xwe dest dane.” HDK’ê destnîşan kir ku dixwazin bi vê yekê korîdor ji bo çeteyên DAIŞ’ê vekin. HDK’ê ev helwesta hikûmeta Tirk şermezar kir û bang li hikûmetê kir ku têkildarî êrîşê daxuyaniyekê bide.
'LI DIJÎ KOBANÊ BAREGEHA ÊRÎŞAN'
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em daxwaz dikin ku hikûmet desteka xwe ya ji bo DAIŞ’ê bibire û êdî nehêlin axa Tirkiyeyê weke baregehan êrîşan a li dijî Kobanê bê bikaranîn. Hikûmet xwe li pişt çeteyên DAIŞ’ê vedişêre. Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji planên avakirina herêma tempon berdin.
Pêşketin û bûyerên vê dawiyê nîşan dide ku desteka hikûmeta AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê berdewam dike. Gumana me heye ku ji ber vê helwesta hikûmeta AKP’ê xeteriya li ser Kobanê berdewam bike, korîdora Kobanê bê girtin û wê ev şer bi destê DAIŞ’ê bidin dirêjkirin."
'HETA JI ÇETEYAN NEYÊ RIZGARKIRIN EM Ê TÊBIKOŞIN'
HDK’ê bang li her kesên aştîxwaz û azadîxwaz kir ku piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û dîwarên berxwedanê ava bikin. HDK’ê da zanîn ku heta Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê neyê rizgarkirin wê berxwedan û têkoşîna wan berdewam bikin.