HBDH: Hevrê Baran Serhat wê di têkoşîna me de her bijî

HBDH’ê endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê û Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Baran Serhat di salvegera 4’emîn a şehadeta wî de bibîr anî û got, “Em ê agirê şoreşê li tevahiya welatê xwe belav bikin!”

DAXUYANIYA HBDH'Ê

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera 4’emîn a şehadeta endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê û Endamê Konseya Giştî ya HBDH’ê Baran Serhat daxuyaniyek nivîskî weşand.

HBDH’ê di daxuyaniya xwe de got, “Di vê pêvajoya ku em derbasî sala 9’an a têkoşînê bûn, em li ber nemirên xwe yên ku em anîne vê rojê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di 8 salên derbasbûyî de me li dehan qadên têkoşînê şer kir û berdêl dan. Yek ji hevrêyên me yên ku berdêl dane, di pêşketin û pêşvebirina vê tevgerê de bi rola pêşengiyê radibû hevrê Baran Serhat e ku 4 sal in di nava me de bi awayekî fîzîkî veqetiya ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê êrîşên xwe bi rengekî herî dijwar didomîne. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, faşîzma li dijî destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurd, sûcên şer û hwd. Tevî ku hemû cîhan li hemberî van sûcan bêdeng ma, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan ku hişmendiya enternasyonal derxist holê û di vê çarçoveyê de ji bo azadiya gelên Tirkiye û Kurdistanê hate avakirin, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Baran Serhat ji bo bicihanîna vê mîsyona dîrokî li eniyê pêş xebat da meşandin.

Bê guman desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di ferqa mîsyona yek ji kadro û fermandarên pêşeng ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî Baran Serhat bû û ji ber vê ew hilbijart û qetil kir. Ev polîtîkayeke taybet a dewleta faşîst e ku weke rêbazeke li dijî Tevgera Şoreşger a Yekbûyî pêk tîne û pêşengên wê hedef digire. HBDH’ê êrîşên bi vî rengî yên sûîqestê yên dijmin ên li dijî kadroyên pêşeng ên şoreşê weke êrîşên li dijî tevgera xwe ya şoreşger a yekbûyî digire dest û xwedî îdîayek mezin e ku bersiva herî xurt bide wan.

Endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê û endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê hevrêyê me Baran Serhat, di ferqa misyona xwe ya dîrokî de bû, yek ji wan kesan bû ku herî zêde ji bo îdealên şoreş û sosyalîzmê ked da. Baran Serhat pêşengê xetê bû û hewl da şert û mercên şoreşê li her qada lê cih girt ava bike. Bi tevlîbûna xwe ya aktîf û helwesta xwe ya çareserkirina pirsgirêkan derket pêş.

Faşîzma AKP-MHP'ê û çeteyên wê niha bêhtir ditirsin. Şervanên şoreşa yekbûyî di her kêliyê de li ber stûyê dewleta Tirk in. Em vê biryardariyê ji Baranan, Nûbaran, Ulaşan, Şahînan, Sînanan, Delalan, Aynûran û Cerenan digirin. Û mîna bagerekê heta em dawî li dijmin bînin, em ê qet ranewestin. Em ê tola wan hilînin û agirê şoreşê li tevahiya welatê xwe belav bikin! Em ê hevrê Baran Serhat di têkoşîna xwe de her bidin jiyîn!”