HBDH: Em hilbijartinê veguherînin berxwedana civakî
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan destnîşan kir ku divê ew hilbijartinên 24'ê Hezîranê weke firsendekê bibînin û veguherînin berxwedana civakî ya li dijî faşîzmê.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan destnîşan kir ku divê ew hilbijartinên 24'ê Hezîranê weke firsendekê bibînin û veguherînin berxwedana civakî ya li dijî faşîzmê.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, hilbijartinên serokkomarî û parlamentê yên 24'ê Hezîranê ji bo têkoşîna demokasî, wekhevî û azadiyê girîn gin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, faşîzma AKP-MHP'ê mîna cûnta faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê û referandûma 16'ê Nîsanê dixwaze serweriya xwe ya yekperest û nîjadperest rewa bike û rejîma xwe ya dîktatoriyê qewîn bike.
Komîteya Rêveber bal kişand ser êrîşên rejîma AKP-MHP'ê yên li ser hêzên pêşverû, demokrat, şoreşger, sosyalîst û welatparêz û wiha dewam kir: "Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de kîjan encam derkeve bila derkeve, dewleta faşîst ê êrîşên xwe yên faşîst ên leşkerî û siyasî zêdetir bike.
HBDH'ê destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê, ew bi hevkariya li ser bingeha berjewendiyên bindestan, pêvajoya hilbijartinê pêşwazî dikin û bang li hemû hêzên demokratîk, azadîparêz, piralî, ekolojîk û hevgirtî kir ku bi seferberiya şoreşa yekbûyî ya gelan di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de destekê bidin Demîrtaş û HDP'ê.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî êrîşên qirêj û hovane yên faşîzmê ew bi xurtî li ber xwe didin û hate gotin, "Ji hewldanên dawî yên faşîst Erdogan-Bahçelî jî eşkere dibe ku hilweşandina desthilatdariya wan pêkan e. Bi rêxistinbûna topyekûn, bi biryardariya berxwdan û têkoşînê em dikarin faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin û em ê têk bibin. Li rejîma dîktator a faşîst ku tirsa têkçûnê ketiye dilê wan, xew herimî ye."
Komîteya Rêveber a HBDH da xuyakirin ku rejîma AKP-MHP'ê hewl didin HDP'ê di binê bendê de bihêlin, bi vî rengî desthilatdariya xwe bidomînin û diyar kir, "Ji ber vê yekê, zext û zordariya xwe ya li ser Demîrtaş, hêzên azadîxwaz ên Kurd, hêzên pêşverû, demokrat, şoreşger û sosyalîst zêde dike û meyla xwe ya radestî radixe pêş çavan. Polîtîkayên komkujî û dagirkirinê yên TC ên li dijî Efrîn û Başûr, nîşaneya şênber a karaktera wê ya dijminatiya li Kurdan û azadiyê ye. Divê haya gelê me ji dek û dolabên faşîzmê hebe û bi biryardariya têkoşîna azadî û demokrasiyê, karên xwe yên ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bê navber bidomîne. Eşkere ye ku neteweperestiya şoven a tifaqa CHP-Iyî Partî û Partiya Saadetê, ji bo gelan alternatîfeke têrker nîne. Divê gelên me sîstema serdest a faşîst a AKP-MHP'ê qebûl nekin, li dijî vê yekê di rê û rêbazên têkoşîna demokratîk û mafdar de israr bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dem hatiye ew ji her gavê bêhtir bi xurtî bersivê bidin faşîzma AKP-MHP'ê ya kujer, qirker û mêtinger û hate gotin, "Ev dem ne dema bêbiryarî û bêhêvîtiyê ye. Di hilbijartinê de divê em bi ruhê seferberiya girseyî li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê tevbigerin. Em enerjiya xwe ku bi vîneke mezin derkete holê, veguherînin têkoşîna li dijî faşîzmê û Şoreşa Yekbûyî xurtir bikin. Bi coş û ruhê berxwedanê yên 8'ê Adarê, 12'ê Adarê, Newrozê, 30'ê Adarê, 1'ê Gulanê, 6'ê Gulanê, 18'ê Gulanê û Gezî-Hezîranê hilbijartinê veguherînin berxwedana civakî ya li dijî faşîzmê."