HBDH: Em di Newrozê de qadan tije bikin û şerê şoreşgerî berfireh bikin

HBDH'ê got, "Em di Newrozê de qadan tije bikin û şerê şoreşgerî ya yekbûyî ya li dijî zilmê berfireh bikin. Divê ala serhildanê ya li dijî dewleta Tirk a faşîst bê bilindkirin."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'EM BI RUHÊ NEWROZÊ BERSIVÊ BIDIN'

Di daxuyaniya HBDH’ê de ya ku pêşî cejna Newrozê li karker-kedkar, hemû gelê bindest, jin û hevrêyên ku li ber xwe didin hat pîroz kirin, ev tişt hatin gotin:

“Em bi ruhê têkoşîna Newrozê li dijî desthilatdariya faşîst ê ku gelê me mehkûmî birçîbûn û xizaniyê dike, zextê dike û polîtîkayê şer kûr dike, bibin bersiv.

Di Newroza ku sembola vejîn, berxwedan û serketinê ye, li dijî dagirkerî, zext, mêtîngerî û xizaniyê em qadan tejî bikin û şerê şoreşgerî ya yekbûyî ya li dijî zilmê mezin bikin."