Hate xwestin ku girtiyên bi nexweşiya giran bên berdan

Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de tehliyekirina girtiyên nexweş ên giran yên bi navê Mehdî Boz, Eren Odabaş û Mahmût Başyîgîtî hate xwestin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Şaxên Stenbol û Îzmîrê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Însiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re, derbarê rewşa tenduristiya girtiyên nexweş ên giran ên bi navê Mehdî Boz, Eren Odabaş û Mahmût Başyîgît de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de rewşa tenduristiya girtiyên nexweş ên giran bi raya giştî re hate parvekirin û hate destnîşankirin ku girtî tevî raporên bijîşkan jî ku dibêje ew kes ‘nikarin li girtîgehê bimînin’ li girtîgehan tên rehîngirtin û bi gelek binpêkirinên mafan ên weke nedana dermanan, lêgerînên kêfî û birina tedawiyê a bi kelepçeyan re rû bi rû mane û daxwaza tehliyekirina wan kesan hate kirin.